Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd diyar kir ku ji bo agirbestê Koalîsyon di navbera HSD û Tirkiyeyê navbeynkariyê dike û name di navbera wan de tên û diçin.
Bedran Çiya Kurd roja şemiyê ji podcasta Çavê Sêyem a Rûdawê re axivî ku Husên Omer pêşkêş dike.
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ji bo agirbestê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê were ragihandin navbeynkariyê dike.
Bedran Çiya Kurd diyar kir ku heta niha dan û standinên yekser di navbera HSD û Tirkiyeyê de nînin û Koalîstyona nameyan di navbera her du aliyan de dibe û tîne.
“Koalîsyon nameyan dibe û tîne”
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser behsa dîplomasiya ne yekser a aliyan kir û got:
“Ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewlên cidî hene û hêvî hene ku pirsgirêk hem bi Şamê hem jî bi Tirkiyeyê re bên çareserkirin.
Armanca me ew e li seranserî Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû êriş bên rawestandin.
Sûriyê divê veger ser dan û standin û diyalogê hûn dizanin şer herî zêde li herêmên me hene. Ji ber êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê pêk tên.
Divê em hêdî hemû pirsgirêkan çareser bikin hem bi Şamê re hem bi Tirkiyeyê re hem bi komên din û divê hemû pirsgirêk bi diyalogê çareser bikin.
Di navbera me û Tirkiyeyê de dan û standinên yekser nînin lê hevpeymanên me yên Koalîsyonê ew nameyan dibin û tînin di navbera me de.
Siyaseta Tirkiyeyê neguheriyaye, Tirkiye dixwaze bi rêya Şamê meseleya HSDyê li gorî mentiq û siyaseta xwe çareser bike.
Tirkiye dixwaze ku her tişt radestî Şamê were kirin û li bendê ye ku Şam di vî warî de hin gavan biavêje.
Nêrîna Şamê çi be bila bibe Şam jî ji şerekî nû re ne amade ye. Şam jî dixwaze xwe bi hêz bike û niha aramî û îstîqrar li Sûriyeyê pêk were.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse