Hewlêr (Rûdaw) - Xîret Foundationê ji bo alîkariya zarokên Kurd dest bi kampanyaya bot, mont û şalan a bi navê Kal Gaxanê kir.
Xîret Foundationê li ser malpera xwe ya fermî derbarê kampanyaya alîkariyê ya Kal Gaxanê de zanyarî belav kirin.
Li ser kampanyaya alîkariyê Xîret Foundationê da zanîn:
“Wekî Xîret Foundation em dê îsal cara 8emîn kampanyaya bot, mont û şalan bidin destpêkirin.
Em dixwazin kampanyaya îsal bi temaya kevneşopiyeke dîrokî ya Kurdan a bi navê Kal Gaxanê bimeşînin.
Her çi qas ev kevneşopî li gelek deverên Kurdistanê hatibe jibîrkirin jî hîn jî li herêmên wekî Dêrsim û Serhedê tê pîrozkirin.
Armanca me ew e ku em li aliyekî zarokên xwe yên dibistana seretayî (6 -16) li hemberî zivistana dijwar germ bigirin, li aliyê din jî kevneşopiya xwe bînin rojevê û zindî bigirin.
Werin em hemû bi hev re dest bidin dest hev û armancên xwe bînin cih.”
Xîret Foundation ji bo alîkariya zarok, xwendekar û xelkê feqîr kampanyayan dimeşîne.
Kal Gaxan çi ye?
Kal Gaxan yek ji kevneşopiyên herêma Dêrsim û Erzinganê ye ku bi windabûnê re rû bi rû maye.
Kal Gaxan pîrozbahiyeke kevnar a Kurdên Elewî yên herêma Sêwaz, Dêrsim, Erzingan, Çewlîg û Mûşê ye.
Her çi qas li ser koka peyva gaxanê lêkolînên zanistî nehatibin kirin jî koka wê bi Kirmanckî ye û tê wateya navê meha dawî ya salê.
Bi pîrozbahiya kevneşopiya Kal Gaxanê xatir ji sala derbasbûyî tê xwestin û sala nû tê pêşwazîkirin.
Pîrozbahiya Kal Gaxanê sêyemîn hefteya Kanûna Pêşîn dest pê dike û heta hefteya yekem a meha Kanûna Paşîn didome.
Sêşema pêşîn heta sê rojan rojî tê girtin, rojiya ku sê rojan diajo tê wateya sê mehên zivistanê ku dê dijwar derbas bibin. Li cihên pîr, murşît û dedeyan cem têne lidarxistin.
Zarok sibehê zû radibin, cilên xwe yên herî xweşik li xwe dikin û bi Kal Kek re diçin diyariyan kom bikin.
Ew bi hev re diçin li deriyan dixin, bi gotina Gaxanê şima bimbarek bo, xwediyê malan silav dikin û bi stran û kilaman lêstika Kal Kekê dilîzin da ku diyariyên xwe bistînin.
Xelk wekî diyarî behîv, gûz, mewij, hêrûgên hiş û hwd. didin zarokan.
Xwarinên ku bi vî awayî hatine komkirin li malekê tên kelandin û ên bermayî jî li ser malbatên feqîr tên belavkirin. Ew xwarinên ku tên amadekirin bi giranî xwarinên ji ard in.
Mirov hevîra ku jê re dibêje zerfet bi rûn û dewa bi sîr re tev dide, dikelîne û dixwe. Li malan xwarinên wekî pesare û dane tên kelandin. Ji malên ku meriv ser lê dixe re lîstika Kal Kekê tê lîstin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse