Li Efrînê îstixbarata Tirkiyê jineke Kurd girtin

06-12-2022
Loloxan
Nîşan Efrîn Îstixbarata Tirkiyê Girtin Jin Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Edama li navçeya Bilbilê ya Efrînê, îstixbarata Tirkiye û polîsê medenî jineke Kurd bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser girtin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li gundê Edama li navçeya Bilbilê ya Efrînê, îstixbarata Tirkiyê û polîsên sivîl ên girêdayî wê bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser jineke Kurd girtin.

Hat ragihandin ku heta niha çarenivîsa jina Kurd ne diyar e.

Di Mijdara borî de, grûpên çekdar û polîsên serbazî yên ser bi Trikiyê ve, 21 sivîl li Efrînê girtibûn, 2 kes ji wan beramberî dayîan 400 dolaran hatibûn azadkirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst