Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku bi mebesta piştgiriya Herêma Kurdistanê û parastina axa wê, sibe li Baxê Şar ê li nêzîkî Keleha Hewlêrê dê xwenîşandaneke girseyî were lidarxistin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (25ê Çiriya Paşîn) ji Rûdawê re ragihand:
"Ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê û parastina axa Kurdistanê, sibe demjimêr 10:30î li nêzîkî Kelehê li Baxê Şar dê xwenîşandaneke mezin a girseyî were lidarxistin."
"Hemû amadehî hatine kirin"
Umêd Xoşnaw li ser tedbîr û beşdaran da zanîn ku nûnerên çîn û tebeqeyan ji bo wergirtina destûrê serlêdan kiriye û pê de çû:
"Xwenîşandan dê hemû çîn, tebeqe û pêkhateyan li xwe bigire. Ji ber vê yekê wekî komîteya ewlehiyê ji bilî dayîna destûrê hemû amadehî hatine kirin.
Em hêvî dikin ku gel, hemû çîn û tebeqe, tevahiya hêzên siyasî, pêkhate û rêxistinên civaka sivîl bi awayekî berfireh û çalak tevlî bibin."
Li dijî biryarên Bexdayê bertek zêde dibin
Ev xwenîşandana girseyî ya li Hewlêrê di demekê de ye ku Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan doh (24ê Çiriya Paşîn) zincîreyek biryarên Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Falih Zeydî yên li ser dosyaya petrol û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê ragihandibûn.
Wê daxuyaniyê li Herêma Kurdistanê bertekên tund ên siyasî û civakî bi xwe re anîn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û aliyên siyasî yên Kurdistanê ew biryar û bikaranîna zimanê leşkerî wekî helwesteke li dijî destûrê bi nav kir û red kirin.



