Balafirên Tirkiyeyê santrala elektrîkê ya Dêrikê bombebaran kir

06-10-2023
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Bombebaran Hêzên Ewlekariya Hundirîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di encama êrişên Tirkiyeyê yên Rojavayê Kurdistanê herî kêm 12 kesan canê xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn dan zanîn ku balafirên Tirkiyeyê santrala elektrîkê ya Dêrikê jî di nav de 29 cihan bombebaran kiriye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Rojavayê Kurdistanê derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn got, “Di encama êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek qurbanî û birîndar hene.

Li herêmê bi balafirên bêmirov êrişî herêmê kir her wiha binesazî, tesîsên xizmetguzariyê û çavkaniyên debarê kirin hedef.”

Artêşa Tirkiyeyê ji doh ve gund û derdora Hesekê, Dêrik, Qamişlo, Cizîr û Amûdê bombebaran dike ku navendên enerjî û binesaziyê jî dike armanc.

Hat ragihandin ku li gundê Mişerfa Hîmê yê li bakurê rojavayê Hesekê kargehek hat armanckirin. Stasyona avê ya Hîmê ya gelek caran hat bombekirin.

Bombebaran berdewam in

Li gundê Rikubayê yê başûrê navçeya Til Temirê stasyona avê hate bombebarankirin.

Herwiha stasyona elektrîkê ya Bendava Xerbî ya ku kehrebeyê dide Hesekê û gelek gundên girêdayî wê jî bû armanc.

Derdora Bendava Çilaxayê ya Qamişloyê jî bû armanc û zereke madî ya mezin rû da.

Li navçeya Tirbespiyê 4 stasyonên petrolê hatin armanckirin.

Li gundê El Qewsê ya navçeya Çilaxayê benzînxaneyek hat bombebarankirin.

Herwiha dîsa li Qamişloyê 2 santralên kehrebayê hatin bombebarankirin. Santrala elektrîkê ya navçeya Amûdê jî hat bombekirin.

Benzînxaneya Ewdayê û 2 stasyonên petrolê yên li navçeya Tirbespiyê jî bûn armanc.

Herwiha li Dêrikê 2 santralên kehrebayê jî ji aliyê dronan ve hat bombebarankirin.

Hat diyarkirin ku gelek cihên li Kobanî, Efrîn, Şehba û Minbicê jî bûne armanca bombebaranan.

Piştî êrişa bombeyî ya PKKyê ya 1ê Çiriya Pêşên li Enqereyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku êrişkar ji Rojavayê Kurdistanê hatine.

Hakan Fîdan herwiha diyar kir ku ew dê li Rojavayê Kurdistanê tesîsên hilberîna enerjiyê û binesaziyê bikin armanc.

HSDyê daxuyaniyên ku kiryarên êrişê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bûne red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst