AMED – Meleyekî hevjîna meleyekî din revand!

06-08-2024
Nîşan Amed Mele Jin Revandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Pasûrê ya Amedê meleyekî hevjîna meleyekî din revand.

Li gorî nûçeya Gerçek Gundemê, li gundê Kuhiyê yê Pasûrê meleyekî hevjîna meleyekî din revandiye û li ser vê yekê di navbera malbatan de alozî çêbûne.

Meleyê bi navê H.A. zêdedir ji 4 salan li gundê Kuhiyê meletî kiriye û hevjîna wî jî bermalî bûye.

Lê meleyê bi navê A.A. hevjîna wî revandiye û biriye Rihayê.

Malbata jina ku hatiye revandin ji melê re gotiye, “Tu dê keça me jî bikujî û meleyê ku ew revandiye jî.”

Piştî ku rîspî û meqûl ketine navberê rewş piçekî aram bûye lê ji bo meleyê ku jina wî hatiye revandin here gundekî bixebite daxwazname hatiye dayîn.

Muxtarê gund Zeynel Şeker diyar kir ku meleyê wan mirovekî gelekî henûn û hêja bû lê niha ji ber vê rewşê derûna wî xera bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst