Kerkûk (Rûdaw) – Li Gundê Gumbetler ku 40 kîlometreyan dikeve rojavayê Kerkûkê, Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re dijîn û bi derfetên xwe kolanên gund paqij dikin û xwedî li gundê xwe derdikevin.
Bi salana xelkê Gundê Gumbetler weke Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re di nav aramî û aştiyê de dijîn.
Piştî belavbûna vîrusa koronayê, xelkê gund hatin ba hev û hem ji bo rengê gundê xwe biguherînin û hem ji bo paqijiyê, bi derfetên xwe, diwarên kolanan bi boyaxên rengîn boyax kirin.
Akinciyê gund Mihemed Raûf ji Rûdawê re got: “Dema ji ber vîrusa koronayê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin, me bi hev re biryara boyaxkirina diyarên kolanan da. Her malekê 22 hezar dînar ket ser. Ciwanên gund jî dîwarên kolanan boyax kirin. Em hêvî dikin ku tevahiya Kerkûkê bi wî rengî bibe.”
Bi gotina Mihemed Raûf heta niha li gund ew rûbirûyê ti pirsgirêkekê nebûne û ew dibêje: “Li gundê me heta niha kesî negotiye ev Kurd e, ev Ereb e yan jî Tirkmen e. Em hemû bi hev re weke xwişk û bira dijîn. Ji bav û bapîrên ve wiha bûye.”
Xelkê gund bêyî alîkariyê ji şaredariyê werbigire, bi derfetên xwe kolanan paqij dikin û qirş û gilêşên xwe kom dikin û diavêjin.
Akinciyê gund Îbrahîm Xelîl jî got: “Hikûmet û şaredarî bo xizmetguzariyan ne pere dide û ne jî tiştekê nakin. Herwiha ti hêviyên me jî ji wan nîne û em daxwaz jî wan nakin. Mehane her malbetek 5 hezar dînar dide û em bi xwe paqijiya kolanên xwe dikin. Muxtar û rih spiyên gund bi hev re biryarên derbarê gund de didin.”
Herwiha xelkê gund bi derfetên xwe mizgeftek û dibistanek ji gund re çêkirine û salana bi xwe xerciyên mizgeftê didin.
Muxtarê Gundê Gumbetlerê Îsam Mihemed jî got: “Me bixwe ev mizgeft çêkir. Her sal em bixwe xerciyên nujenkirina wê didin. Em dixwazin tevahiya kolanên gundê xwe bi vî rengî bixemilînin. Heta ku em dixwazin tevahiya Kerkûk û gundên wê jî wiha bibin.”
Li Gundê Gumbetlerê derdora 200 malan hene û heta niha daxwaza ti xizmetguzariyekê ji hikûmetê nekirine û ji bo her pêwîstiyên hebe di nav xwe de pereyan kom dikin û çareser dikin.


