Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî di dema vekirina qonaxa duyem a Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê de ji welatiyên dilsoz û niştimanperwer xwest ku li dijî wan hewldanan bisekinin ku mîna siyaseta rejîmên berê ne û armanca wan kêmkirina sînor û guhertina demografiya Kurdistanê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrişên li ser qada gazê ya Kormorê û binesaziya elektrîka Herêma Kurdistanê şermezar kir û ew wekî "destekî reş" ê ji bo jinavbirina binesaziya Kurdistanê bi nav kir.
Mesrûr Barzanî tekez kir ku ev yek li hemberî hemû xelkê Kurdistan û Îraqê sûc e, loma ji hikûmeta federal xwest, "kiryar û piştgirên vî sûcî di dema herî zû de werin eşkerekirin û bên darizandin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de wiha axivî:
"Amadebûyên hêja, ez spasiya amadebûna we ya îro ya li gel me dikim ji bo beşa duyem a Kembera Kesk û çandina zêdetirî milyonek û 800 hezar şitilan.
Ev dibe beşeke din ji vê pêvajoyê ya ji bo keskkirina derdora Hewlêrê û bajarê me da ku em karibin hewaya li ber destê xwe baştir bikin û ji bo çandina dar û daristanan berdewam bin.
Ev gaveke pir pîroz e, karekî pir baş e ku dikare ji gelek aliyan ve sûdê bide welatiyên Herêma Kurdistanê.
Li aliyekî, çandina dar û daristanan ji aliyê jîngehî ve tiştekî girîng e ku dikare jîngehê biparêze, avhewayê baştir û paqijtir bike, bibe cihekî bêhnvedana xelkê û di avhewayeke guncavtir de jîngeheke çêtir ji me re dabîn bike.
Li aliyê din, ji aliyê derfetên kar ve gelek kes dikarin li vir bixebitin. Piraniya wan şitil û darên ku li vir tên çandin berhemdar in, ango ji aliyê xwarinê ve jî dikare sûd ji wan were wergirtin û fabrîkayên hilberîna zeyta zeytûnan li vir bên avakirin ku ew jî dîsa dê bikevin xizmeta xelkê Kurdistanê.
Tiştê ku cihê dilxweşiyê ye, ez dibînim ka çawa Pêşmergeyên me yên qehreman li eniyên şer welatê me û xelkê Kurdistanê diparêzin, li vir jî mil bi milê xwebexşên hêja ji bo çandina van şitilan amade ne.
Wekî hat behskirin, milyonek û 800 hezar şitilên din li ser rûberekî 10 hezar donimî tên çandin û bawer dikim sê pond jî di nav vî rûberî de hene.
Ev cihê destxweşiyê ye. Ez ji we hemûyan dixwazim ku em spasiyeke germ li van xwebexş û Pêşmergeyan bikin û destxweşiyê li wan bikin.
Gelekî spas ji bo we. Ev nîşaneya niştimanperweriyê ye, dilsoziya ji bo gel û welatê we ye.
Min cara berê jî di destpêka vî projeyî de behs kiribû ku çandina dar û daristanan çi qas dikare bandorê li ser avhewa û jîngeha Kurdistanê bike.
Hêviya me ew bû ku em bi hemû awayan li ser wan projeyên ku me dest pê kirine berdewam bin û nehêlin bi ti awayî pirsgirêk û astengî ji bo xirabkirina jîngehê çêbibin.
Dema ez ji Pîrmamê dihatim xwarê, min gelek caran didît ku dûxana li hewaya Hewlêrê pir zêde ye.
Ev yek berê ji ber xebata gelek jeneratoran bû ku dûxaneke zêde didan bajêr.
Vê carê jî piştî ku me gelek proje dan destpêkirin, yek ji wan Projeya Ronahiyê bû ku em elektrîka 24 demjimêrî hilberînin û bixin xizmeta hemû welatiyan.
Vê projeyê bandoreke mezin li ser paqijkirina hewaya bajarê Hewlêrê û hemû bajarên din ên Kurdistanê kir.”
“Êrişa li ser Kormorê sûcek e li hemberî hemû xelkê Kurdistan û Îraqê”
"Li aliyê din, bi keskkirina bajar û bajarokên xwe, bi keskkirina Kurdistana xwe, me dikarî alîkariyeke zêdetir bidin paqijkirina jîngehê ku ji bo tenduristiya welatiyan gelekî pêwîst e.
Mixabin wekî ku berê li Herêma Kurdistanê hewl dihat dayîn ku daristan bên birîn da ku jiyanê li welatiyên Kurdistanê zehmet bikin, niha jî destekî reş dîsa hewl dide Kurdistana me terorîze bike bi wê yekê ku binesaziya pêwîst a xelkê Kurdistanê ji nav bibe.
Êrişa li ser Kormorê û lêdana binesaziya elektrîkê ku ji bo welatiyên Kurdistanê elektrîkê hildiberîne, sûcek e li hemberî hemû xelkê Kurdistanê û hemû xelkê Îraqê jî.
Em dixwazin ew komîteya taybet a ku ji bo lêkolînê hatiye avakirin di demeke zû de bigihîje encamekê û hem ew kesên ku sûc kirine hem jî ew kesên li pişt sûc in werin eşkerekirin, bên darizandin û cezayê xwe yê qanûnî bistînin.
Ev sûcek e li hemberî xelkekî bêsûc, li hemberî hemû xelkê Kurdistanê ye û bi ti awayî ev cure sûc nayên qebûlkirin.
Em çi ji destê me were ji bo alîkariya van cure lêkolînan amade ne.
Me amadehiya xwe nîşan daye û ji bo vê yekê jî em bi hikûmeta federal re li ser xetê ne û bi berdewamî diaxivin.”
“Em dê li hemberî parçekirina Herêma Kurdistanê bisekinin”
"Li aliyê din, ez dixwazim bibêjim ku parastina statuya Herêma Kurdistanê û avadankirina Herêma Kurdistanê erkê niştimanî yê me hemûyan e.
Li aliyekî em hewl didin rojane projeyan çêbikin da ku jiyana xelkê bextewartir bibe û em alîkariya xelkê bikin.
Li aliyê din jî em ji ti tiştî bi paş ve gavan navêjin da ku statuya Herêma Kurdistanê biparêzin û rê li ber parçekirina statuya Herêma Kurdistanê bigirin.
Bi hemû hewl û şiyana xwe, bi piştgiriya Xwedayê mezin û xelkê dilsoz û niştimanperwer ê Kurdistanê em dê li hemberî hemû hewldanên ku Herêma Kurdistanê parçe dikin an lawaz dikin rû bi rû bisekinin.
Beriya niha jî kêmkirina sînor û rûberê Kurdistanê û guhertina demografîk a li Kurdistanê wekî siyasetekê ji aliyê rejîmên berê ve dihat meşandin.
Niha jî bi her awayî hewl were dayîn ku Herêma Kurdistanê lawaz bibe an welatê me ji vê zêdetir were dabeşkirin, bi rastî ez ji hemû xelkê Kurdistanê dixwazim û ez piştrast im ku her Kurdek, her Kurdistanîyekî dilsoz û niştimanperwer, dê li hemberî wê hewldanê rû bi rû bisekine ku dixwazin Herêma Kurdistanê dabeş bikin.
Em bi hemû şiyana xwe di xizmeta we de ne. Em dê ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir, ji bo keskkirina Kurdistanê, ji bo afirandina avhewayeke guncavtir û gihandina xizmetguzariyan ji welatiyan re berdewam bin. Çi ji destê me were em di hikûmeta xwe de xemsariyê nakin.
Ez ji vir spasiya hikûmeta Yunanistanê û Konsulê Giştî yê Yunanistanê dikim ku nûnertiya welatê xwe dike û alîkariya vî projeyî kiriye. Ew şitil ji Yunanistanê ji bo Hewlêrê hatine anîn da ku em li vir karibin vî projeyî bi serkeftî bi dawî bînin.
Ez spasiya şirketa Doskî Holdingê jî dikim ku berpirsyariya bicihanîna vî projeyî girtiye ser milê xwe û destxweşiyê li wan dikim.
Hêvîdar im hemû sermayedar, bazirgan û ew kesên ku şiyana wan a darayî heye van projeyan bi cih bînin werin pêş. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê alîkariya wan bike û hêsankariyan ji bo wan pêk bîne.
Ne tenê ji bo van cure projeyan, ji bo her projeyeke din ku di xizmeta welatiyên Kurdistanê de be, em dê piştgiriya wan bikin, hêsankariyan ji wan re çêbikin, alîkariyê bidin wan û destxweşiyê li wan bikin.
Hêvî dikim nimûneya we zêde be. Bi hêviya ku Xwedê Kurdistana me dê roj bi roj bi pêş de biçe, avadantir bibe, kesktir bibe, xelkê me bextewartir û silamet be û Kurdistana me avadantir bibe.”


