Serok Barzanî: Divê hilbijartin bê astengî bên kirin

06-07-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Balyozê Brîtanyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ragihand, “Divê hilbijartinên Herêma Kurdistanê bê astengî birêve biçe.”

Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê 6ê Temûza 2023an li navçeya Pîrmam a Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Baregeha Barzanî li ser civînê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û herêmê, peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, çareserkirina pirsgirêkan û hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê hatin gotûbêjkirin.”

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de her du aliyan li ser rewşa navxwe ya Kurdistanê nêrînên xwe diyar kirin û tekezî li ser wê yekê kirin ku “ji bo parastina rewatî û bihêzkirina proseya demokrasiyê divê hilbijartin bê astengî were kirin.”

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de mijareke din a civînê bû, Baregeha Barzanî anî ziman, “Balyozê Brîtanyayê tekezî li ser dostayetî û hevpeymaniya di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de kir û Serok Barzanî jî amaje bi peywendiyên dûrûdirêj ên di navbera gelê Kurdistanê û Brîtanyayê de kir û daxwaz kir ku dostayetî û peywendiyên di navbera her du aliyan kûrtir bibin.”

Piştî ku aliyên siyasî li ser yekalîkirina yasaya hilbijartinan û firebazneyiyê li hev nekirin, Parlamentoya Kurdistanê rûniştina roja 9ê Cotmeha 2022an sala xwe ji bo 31ê Berfanbara 2023an dirêj kir ku di 6ê Mijdara 2023an de bi dawî dihat.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 18ê Mijdara 2023an wek roja hilbijartina şeşemîn xula Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst