Berdevkê YPGê: Heta niha jî bo dadgehkirina teroristan stratejiyeke navnetewî nîne

06-07-2019
RÛDAW
Nûrî Mehmûd dibêje bi hezaran ji çekdarên DAIŞê yên biyanî li cem wan girtî ne
Nûrî Mehmûd dibêje bi hezaran ji çekdarên DAIŞê yên biyanî li cem wan girtî ne
Nîşan Rojavayê Kurdistanê YPG Nûrî Mehmûd DAIŞ Dadgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ragihand, ku bi hezaran çekdarên DAIŞê yên ne Sûrî li cem wan girtî ne, lewma ew pir girîng dibînin ku dadgeheke navdewletî li Rojavayê Kurdistanê bo wan çekdaran were avakirin. Nûrî Mehmûd herwiha got ku heta vê gavê jî ti planeke civka navdewletî bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê yên li ba wan in, nîne.

 

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd ji Rûdawê re ragihand, ku 10 hezar çekdarên DAIŞê yên ne Sûrî li cem wan girtî ne, lewma ew pir girîng dibînin ku dadgeheke navdewletî li Rojavayê Kurdistanê bo wan çekdaran were avakirin û got, heta niha tu stratîjiyeke navdewletî ji bo dadgehkirina wan çekdaran tune ye.

 

Nûrî Mehmûd got: “Hejmareke bi zelalî em rabigihînin tune ye, lê em dikarin bibêjin derdora 10 hezar teroristên DAIŞî yên ne Sûrî di destê me de hene. Bi me divê ew terorist di dadgeheke navnetewî de bêne dadgehkirin çimkî piraniya wan teroristên navnetewî ne.”

 

Mehmûd diyar kir ku metirsiya wê yekê heye ku ji nû ve DAIŞê xwe ava bike û wiha pê de çû: “Heta niha çi stratejiyeke navnetewî ji bo dadgehkirina wan nîne. Her çend pirojeyên biçûk hebin jî ew yek nayê wateya ku ew xwedî stratejiyekê ne ku ligel teroristan miameleyê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst