Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya Amedê kesekî birayê xwe bi kêrê kuşt.
Li gorî agahiyan, birayên hev M.A. û Y.A. ji ber sedemeke ne diyar ketine qirika hev û nîqaş paşê veguheriye pevçûna bi kêran.
M.A. bi derbên kêrê yên birayê xwe birîndar bû.
Polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê M.A. rakir nexweşxaneyê lê ew ji mirinê nefilitî.



