Şandeke Hevpeymaniya Fetih gihişte Hewlêrê

06-07-2018
HÊVÎDAR EHMED
Hewlêr
Hewlêr
Nîşan Hewlêr hevpeymaniya Fetih PDK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Hevpeymaniya Fetih j bo guftûgoyên li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatine Hewlêrê.

 

Endamê şanda danûstankar a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Bengîn Rêkanî ji Rûdawe re ragihand, ku şanda Hevpeymaniya Fetih ji bo gotûbêjên li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatine.

 

Berdevkê Fermî yê Hevpeymaniya Fetih Ehmed Esedî jî ji Rûdawê re got: “Piştî ku hejmartina dengan bidawî bibe û Dadgeha Federalî encamên dawîn pesend bike dê xebatên ji bo pêkanîna hikûmeta nû dest pê bikin. Em ji bo gotûbêjên li ser heveymaniyê hatine Kurdistanê. Ji bo pêkanîna nêrîn û bernemayeke hevbeş em hatine.”

 

Esedî da xuyakirin, ku piştî hilbijartinan wan ji bo avakirina atmosfer û li hev nêzîkbûneke nîştîmanî dest bi kar kirine. Herwiha diyar kir, ku ew dixwazin li gel hemû aliyan li ser çareseriya pirsgirêkên Iraqê bigihin encamên hevbeş û pirsgirêk jî di çarçoveya destûr de werin çareserkirin.

 

Ehmed Esedî li ser berbijêrbûna Heyder Ebadî ya ji bo serokwezîrtiyê jî anî ziman ku hêj zûye mirov behsa serokwezîr bike û hêj wan jî ti namzedek destnîşan nekiriye.

 

Li gorî zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, şanda Hevpeymaniya Fetih dê du rojan li Kurdistanê bimîne û li gel piraniya aliyan bicive.

 

Di hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê de Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedir piraniya dengan bi dest xist û bi yekem. Li gorî encamên ku komîsyona hilbijartinan a Iraqê ragihandiye, Saîrûn 54 kursiyên parlamentoyê bi dest xistiye.

 

Herwiha Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî jî di hilbijartinan de, bibû lîsta duyem û 47 kursiyên parlamentoyê misoger kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst