ENKSê şert danî pêşiya federalîzma Sûriyê!

06-03-2016
Mihyedîn Hisên
ENKS
ENKS
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, ew dixwazin li Sûriyê federalîzm hebe lê ne mîna kantonan!

 

Mijara bicîkirina sîstema federalîzmê li Sûriyê hîn di rojevê de ye û tevî ku berpirsên Kantona Cizîrê dibêjin ku ew amadekariyan ji bo wê sîstemê dikin, berpirsên ENKSê dibêjin, divê bicîkirina federalîzmê ne di çarçoveya kantonên niha de be.

 

Desteya Bicîhkar a Kantona Cizîrê di civîna xwe ya şemiyê (duh) de sîstema federalîzmê li Sûriyê gotêbêj kir û cîgira serokê desteyê Êlîzabêt Gewriyê ragihand ku niha Sûriye ketiye qonaxeke nû û ber bi sîstema federalîzmê ve diçe.

 

Êlîzabêt Gewriyê herwiha anî ziman, ku formoleke nû ji Kantona Cizîrê re tê danîn, sîstema hevserokatiyê ji bo desteyan tê bicîkirin, herwiha hejmara wan deste ango wezaretan ji 22 bo 16an tê kêmkirin.

 

Li ser amadekariyên kantonan ji bo bicîkirina sîstema federalîzmê, endamê ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro ragihand, tevî ku yekemîn aliyê ku behsa federlîmê li Sûriyê kir, ENKS bû lê got ku ew qebûl nakin federalîzm jî weke kantonan, bi hêzê were ferzkirin û bibe de fakto.

 

Biro herwiha anî ziman ku heta sîstema federalîzmê, were bicîkirin, divê rêkeftineke navdewletî hebe û got ku ew amade ne li ser vê mijarê ligel TEV-DEM û berpirsên kantonan bicivin, daku nerîneke kurdî ya hevbeş di derbarê vê pirsê de were avakirin û bo aliyên navdewletî bê pêşkêşkirin.

 

Ebdulsemed Xelef Biro ku di heman demê de endamê polîtbîroya Partiya Yekîtî ye, destnîşan kir, di dema ku wan di Cenêva 2yan de, behsa sîstema federalîzmê ji bo Sûriyê dikir, PYDê û hevalbendên xwe bi hêzê kanton ava kirin.

 

Tevî ku Amerîka li ser zarê berdevkê wezareta derve John Kirby ragihand ku ew piştgiriya statoyeke kurdî li Sûriyê nakin, niha bi germî behsa vê mijarê tê kirin, bi taybet piştî ku John Kerry behsa egera parçebûna Sûriyê kiribû û cîgirê wezîrê derve yê Rûsiyê jî pişgiriya welatê xwe ji vê pirsa re nîşan dabû, lê şîrovekar dibêjin, ku Rojavayê Kurdistanê li ser rêya Başûrê Kurdistanê dimeşe û ne dûr e ku di demeke nêzîk de, herêmek bi navê Kurdistana Sûriyê li ser neşxeya cîhanê hebe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst