Li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê şer didome: Rewşa dawî çi ye?

Duh li 09:52
Hisên Omer
Şervanên HSDyê/ Wêne: Getty Images-Arşîv
Şervanên HSDyê/ Wêne: Getty Images-Arşîv
Nîşan Bendava Tişrînê Pira Qereqozaqê HSD Çekdar Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên çekdarên Artêşa Niştimanî ya girêdayî Tirkiyeyê li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê tund bûne.

Balafirên şer û dronên Tirkiyeyê jî pêgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û stasyoneke elektrîkê bombebaran kirine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî dîmenên paşmayên şer belav kirin.

HSDyê ragihand ku şervanan hemû êrişên çekdarên girêdayî Tirkiyeyê şikandine û 13 çekdar kuştine.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di nava du rojan de 85 çekdarên Artêşa Niştimanî hatine kuştin, 16 şervanên HSDyê canê xwe ji dest daye 8 şervanên HSDyê jî birîndar bûne.

“Ev bexwedan dê hemû dagirkeran bi bin bixe”

Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrînê derbarê şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê wiha got:

"Berxwedana ku li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê tê meşandin îro ji bo tevahiya cîhanê, Rojhilata Navîn, tevahiya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bûye mînak.”

Rohilat Efrînê diyar kir ku berxwedana li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dê bi ser bikeve û anî zimên:

“Em di wê bîr û baweriyê de ne ev bexwedan dê hemû dagirkeran bi bin bixe.”

“Me biryar nedaye em şer bikin”

Ehmed Dalatiyê ku serkirdeyekî birêvebiriya operasyonên leşkerî ya Sûriyeyê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Tevgera Ehrar El Şamê ye diyar kir ku ew dixwazin berê xwe bidin diyalogê û got:

"Şerê ku li ser erdê dibe ji encama guhertina rewşa cografî ya piştî rizgarkirinê ye.

Di nav pêkhateyên HSDyê bi xwe de nakokî hene. Hin ji wan dixwazin rêkeftinê li gel me bikin, hinek jî dixwazin rêkeftinê têk bidin.

Ji xwe me biryar nedaye em şer bikin, yan ji rûbirû bibin ji bo çareserkirina pirsgirêka li rojhilatê Feratê ku HSD lê ye.

Em dixwazin bi rêya diyalog û nîqaşê vê mijarê bişopînin."

Li Urdinê li ser Sûriyeyê civîna el-Eqebeyê hatibû kirin û wezîrên karên derve yên welatên Ereban, Ewropayê, Amerîka û Tirkiyeyê li hev kiribû ku tu welat midaxeleyî karên navxwe yên Sûriyeyê neke.

Li gorî hinek çavdêr û şopîneran, şerê ku Tirkiye li ser xaka Sûriyeyê dimeşîne desttêwerdaneke aşkere û zelal e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst