Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtina li gel Balyoza Finlandê ya li Iraqê de ragihand, Herêma Kurdistanê dê bi awayekê yekgirtî û bi hêzeke zêdetir derkeve meydanê û rûbirûyê pêşhatan bibe.
Îro Sêşemî 5ê Berfanbar a 2017ê Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Finlandê ya li Iraqê Pavi Laine û şandeke pê re kir.
Mesrûr Barzanî û Pavi Laine di vê hevdîtinê de derbarê guhertinên herî dawîn ên li herêmê û pêşxistina pêwendiyên navbera herdu aliyan de gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Mesrûr Barzanî, Balyoza Finlandê peyama welatê xwe ya derbarê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de gihandiye Mesrûr Barzanî.
Pavi Laine herwiha ragihandiye, peyama Ewropayê bo her du aliyan ev e, ku “hêza serbazî neyê bikaranîn û di demeke herî nêzîk de gotûbêjên rasterast di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bike û li gorî Destûrê hemû pirsgirêk bêne çareserkirin.”
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî di vê civînê de diyar kiriye, ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo destpêkirina gotûbêjên vekirî û rasterast, daku tevahiya nakokiyan bên çareserkirin û pêngavên praktîkî ji bo cîbicîkirina Destûrê bêne avêtin.
Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê jî kiriye, ku Herêma Kurdistanê her dem riyên serbazî û tundiyê red kiriye û gotûbêj û riyên demokratîk hilbijartiye, ku referendum jî yek ji wan riyan bû. Mesrûr Barzanî dibêje: “Lê belê cihê mixabiniyê ye ku li vê deverê hêj zemîne ji bo qebûlkirina wan amrazan guncaw nîne.”
Şêwirmendê Encumena Asayişa Heêrma Kurdistanê daxwaza alîkariya civaka navdewletî bo çareserkirina alozî û pirsgirêkên deverê kiriye û ragihandiye, divê civaka navdewletî alîkar be, ji bo ku pirsgirêkên navçeyê bi şêweyekê bingehîn werin çareserkirin û zemîneya derketina tundtûjiyê were jinavbirin.
Derbarê egera hilbijartinên pêşwext û nêzîkbûna dema hilbijartinên Iraqê de jî, Mesrûr Barzanî gotiye: “Herêma Kurdistanê dê bi yekgirtî û yekrêzî û bi hêzeke zêdetir rûbirûyê pêşhatan bibe û berevaniyê di ber mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de bike.”


