DÎLOK - Baraneke gur bariya: Kolan di bin avê de man!

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dîlok Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê baran bariya û jiyana welatiyan zehmet kir.

Kolanên bajêr tijî av bûn û gelek otomobîl di nav avê de asê man.

Barana ku danê êvarê dest pê kir bû sedem ku kolanên bajêr di bin avê de bimînin.

Li herêmên pîşesaziyê yên 3 û 5an lehî rabû û gelek dikan di bin avê de man.

Her wiha li ser rêyên di nav bajêr de otomobîl asê man.

Tîmên Rêveberiya Herêma Pîşesaziyê li cihên ku av lê kom bûye dest bi paqijkirinê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst