XELFETÎ - DEM Partiyê doz li şaredarê berê vekir: Sedem çi ye?

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Xelfetiyê DEM Partî Gendelî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelfetiyê ya parezgeha Rihayê DEM Partiyê bi tohmeta ku Şaredarê berê gendelî kiriye doz lê vekir.

DEM Partiya ku niha Şaredariya Xelfetiyê di destê wê de ye, bi tohmeta ku gendelî kiriye derbarê Şaredarê berê Şeref Albayrakê ku ji AK Partiyê ye, bi 4 dosyayên cuda li dadgehê gilî tomar kir.

Şaredariya Xelfetiyê ya ku sala 2016an di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû ji 2016an heta 2019an qeyûm li ser hatibû danî.

Di hilbijartinên 2019an de şaredarî ket destê AK Partiyê.

Ji sala 2019an heta 2024an Şeref Albayrak Şaredarê Xelfetiyê bû.

31ê Adara 2024an şaredariya vê navçeyê ket destê DEM Partiyê.

Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ragihand ku li ser îhaleyên ku berê hatine dayîn wan berê 3 dosya amade kiribûn û niha jî dosyayeke din hatiye amadekirin.

Karayilan da zanîn ku Şeref Albayrak di dayîna îhaleyan de gendelî kiriye ku ji 20 îhaleyan 18 ji wan ji kesekî re çûne.

Karayilan destnîşan kir ku ji ber vê yekê bi 4 dosyayên cuda yên gendeliyê wan li dadgehê gilî tomar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst