Li Stenbolê bûyera trafîkê: 4 mirî, 4 birîndar

05-09-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di bûyereke trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê li ser rêya otobanê barhilgirekê qeza kir.

Piştre otomobîlekê ji paş ve li wê barhilgirê da. Piştî wê jî barhilgireke din li wê otomobîlê da.

Di wê bûyera trafîkê de ku sê otomobîl li hev qelibîn, 4 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Rewşa yek ji birîndaran dijwar e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî, parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Birîndarên ku di wan otomobîlan de asê mabûn ji aliyê tîman ve hatin derxistin û tîman ew birin nexweşxaneyê.

Ji ber bûyerê li ser otobonê demekê çûn û hatina otomobîlan hat ragirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst