Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê tê lidarxistin: Li benda fîlman e

05-08-2024
Aydin Bayram @aydn_byram
Nîşan Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê Navenda Çandê Kurdî ya Illinoisê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê hat ragihandin û roja dawiyê ya wergirtina fîlman 15ê Tebaxa 2024an e.

Navenda Çanda Kurdî ya Illinoisê Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê li dar dixe.

Ji komîteya amadekar a Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê Ridwan Zozanî ji Rûdawê re ragihand wekî Navenda Çanda Kurdî ya Illinoisê ev cara yekemîn e festîvala fîlman li dar dixin.

Ridwan Zozanî diyar kir ku ew dixwazin salên bên jî ev festîval bi awayî profesyonel berdewam bike.

"Nifûsa me Kurdan gelek e lê em zêde nayên nasîn"

Zozanî amaje pê kir ku mijara îsal a festîvalê dîrok, nakokî, kevneşopî û herwiha pirsgirêkên hevdem ên Kurdan e û wiha domand:

“Em dixwazin pirs û doza Kurd û Kurdistanê bi civaka Amerîkayê bidin nasîn. Nifûsa me Kurdan gelek e lê em zêde nayên nasîn û diyasporaya Kurd jî hinekî lawaz e.

Em dikarin bi rêya sînema û hûnerên din xwe û doza xwe li miletên din zêdetir bidin nasîn.

Hêvî dikim jenerasyona li pey me tê karên baştir bike.”

Zozanî da zanîn ku heta niha gelek fîlm gihîştine ber destê wan û bangî sînemagerên Kurd kir ku fîlmên xwe ji wan re bişînin.

Bi gotina Zozanî, komîteya jûriyan ji hinek sînemagerên Amerîkayî û rêvebirên Navenda Çanda Kurdî ya Illinoisê pêk tê û got:

“Belkî ne xelateke mezin be lê em dixwazin diyariyekê bidin derhênerên ku fîlmên wan bên hilbijartin.”

Zozanî destnîşan kir ku festîval dê di navbera 2-3yê Çiriya Paşîn a 2024an de bê lidarxistin.

15ê Tebaxê dema dawî ya serlêdanê ye û divê derhêner heta vê demê fîlmên xwe bigihînin komîteya festîvalê.

Fîlmên ku di navbera 1ê Tebaxa 2021an û Tebaxa 2024an de hatine girtîn tên qebûlkirin.

Kesên ku bixwazin ji bo agahiyên berfireh ên li ser festîvalê bibînin, dikarin vê lînka malpera înternetê bitikînin: https://filmfreeway.com/chicagokurdishfilm

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst