Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Gorên Bikom da zanîn ku ew dê bi hevahengiya hikûmeta Îraqê li bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê 18 gorên bikom vekin.
Birêvebirê Gorên Bikom ê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê Aram Nûrî ji Rûdawê re got:
"Li Şingalê 18 gorên bikom ji bo vekirinê hatine amadekirin.
Ji bo vê mebestê dê hefteya bê şandeyeke teknîkî ji bo temamkirina rêkar û şêwaza vekirina goran biçe Bexdayê."
Aram Nûrî got, "Gorên bikom vedigerin serdema DAIŞê û dê bi hevahengiya hikûmeta Îraqê pêvajoya vekirina wan were bicihanîn."
Aram Nûrî her wiha anî zimên:
"Berê vekirina gorên bikom gelek dem digirt lê niha Îraq û Herêma Kurdistanê li hev kiriye ku her goreke bikom li Herêma Kurdistanê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê were dîtin, divê her du alî di demeke herî nêzîk de vekin û ji bo naskirina wan testa DNAyê were kirin."
Li gorî wan amarên ku ketine destê Rûdawê, "Piştî êrişên DAIŞê yên li ser Şingalê 90 gorên bikom li Şingalê hatine dîtin. Ji wê hejmarê 78 gor hatine vekirin ku 857 cenaze tê de bûn."
Aram Nûrî li ser hejmara wan kesên ku tê pêşbînîkirin di nav wan 18 goran de bin ragihand:
"Em nikarin hejmaran diyar bikin, ji ber ku eger di gorekê de 2 kes hebin an jî 20 kes hebin her wekî goreke bikom tê hejmartin lê li gorî lêkolînan piraniya kesên di wan goran de ne mêr in."
3yê Tebaxa 2014an, çekdarên DAIŞê êrişî Şingalê kir û Kurdên Êzidî kuştin û revandin.



