Li Dîlokê şerê malbatan: Kesekî ku navbeynkarî dikir hat kuştin

05-08-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Şerê Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahînbeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê du malbat pev çûn, kesekî ku hewl dida rê li ber pevçûnê bigire, bi kêrê hat kuştin.

Şeva borî li taxa Yeşîlkentê ya navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê di navbera 2 malbatên xizmên hev de şer derket.

Cîranê her du malbatan Kerîm Şenturkê ku dema hewl dida rê li ber pevçûnê bigire û wan ji hev veqetîne, bi kêrê hat  birîndarkirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan Şenturk bir Nexweşxaneya Abdulkadîr Yuksel a Dewletê ya Şahînbeyê.

Kerîm Şenturk tevî hemû hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Xizmên Kerîm Şenturk û her du malbatên ku şer kir, piştî bûyerê çûn nexweşxaneyê û di navbera wan û tîmên tenduristiyê de alozî derket.

Li nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin û nexweşxaneyê ji ber aloziyê 3 demjimêran xizmeta tenduristiyê neda welatiyan.

Hat ragihandin ku kesê bi navê Îrfan P. yê ku di şer de bi kêrê bûye sedema mirina Kerîm Şenturk û birayê wî Selçuk P. hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst