Fermandeyekî Pêşmerge: Emê du rojên din li nav Şingalê daxuyanî bidin Rûdawê

05-08-2014
RÛDAW
A+ A-

Dihok (Rûdaw) – Yek ji fermandeyên hêzên Pêşmerge ku li eniya Sihêla-Şingalê ye ragihand, Pêşmerge dê “dusibe” li nav Şingalê daxuyanî bidin Rûdawê.

Fermandeyekî Pêşmerge ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawêre got, emê di nav 48 saetan de çekdarên DAIŞê li ser xaka Kurdistanê bavêjin. Ez soz didm ku emê du rojên din li nav Şingalê daxuyaniyê bidin Rûdawê.

Wî fermandeyî eşkere kir ku morala hêzên Pêşmerge li hemû eniyên şer bilind e û çekên baş jî destê wan de ye.

Tê zanîn, ev çend roj in çekdarên DAIŞê bajarokê Şingalê girtine lê hêzên Pêşmerge hewl didin wê deverê bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst