Koln (Rûdaw) - Şeva 4ê Cotmeha 2010ê li gundê Mîr Alî yê li herêma Wezîrîstan ya Pakîstanê, li ser sinorê Afganîstanê, gellek kes li mala Kurdekî rûniştibûn. Xwediyê malê Emrah Erdogan yê Kurd bû ku ji Almanyayê çûbû wê derê, ji bo ligel malbata xwe “Jiyaneke li gor şertên Îslamê“ bijî, weke ku ew dibêje. Li wê malê hevjîn û kurê wî jî dijiyan. Wê şevê mêvanên din jî li malê hebûn. Ji bilî kesên ku Amerîka navên wan kiribûn “lîsteya terorîstên ku li wan digerê“, birayê wî yê biçûktir Bunyamîn Erdogan yê wê demê 20 salî jî hebû. Bunyamîn Erdogan ew çend hefte bûn ku ji bajarê Wuppertal yê Almanyayê dabû dû şopa birayê mezin û berê xwe dabû Pakîstanê. Malbata Erdogan bi eslê xwe ji Kanîreşa ser bi Çewlikê li Bakurê Kurdistanê ye.
Herêma ku Kurdê ji Almanyayê ji bo jiyanê ji xwe hilbijartî, ne cihekî ji rêzê yê Pakîstanê bû. Dewlet li wir ne desthilatdar e. Rêxistina al-Qaîda û Talîban li wir bihêz in û şerîet serdest e. Amerîkî jî li wir tenê dikarin bi firokeyên bêmirov êrişan bikin. Wê şevê li wir 8 zilam kom bibûn û xwarin li mala Emrah Erdogan, ango Kurdê bi pênavê “Selehedîn el-Kurdî“, dixwarin. Dema Bunyamin destpêkir sifreya xwarinê bide hev, Emrah jî ji odeya ku mêvanên wî lê rûniştibûn derket hewşê. Emrah gihişt hewşa malê û di heman demê de teqînek bi hêz di malê de pêk hat. Firokeyeke bêmirov ya amerîkî eriş kiribû. Xanî hatibû herifandin. Ji êrişê tenê xwediyê xênî Emrah Erdogan filitî. Di nav kuştiyan de birayê xwediyê malê Bunyamîn û Şahab Deştî yê îranî, ku ji Hamburgê çûbû Pakîstanê, jî hebûn.
Ew jî li Tanzaniyayê hate girtin
Emrah Erdogan jî di sala 2012ê de li Derûselama paytexta Tanzaniyayê hatibû girtin û radestî Almanyayê hatibû kirin. Ew niha ji hêla dadgeha eyaletê ya Frankfurtê ve tê dadgehkirin. Dozger di wê baweriyê de ye ku ew terorîst e û endamê al-Qaîde ye. Wî di payîza 2010ê de ji çiyayên Pakîstanê dewleta Almanyayê tehdît kiribû û hêzên ewlekariyê yên Almanyayê kiribûn nava alarmê.
Lê Emrah di rûniştina dadgehê de îdia kir ku bi armanca ku ew bi perwerdeya malbatî ya îslamî bijî ew çûye Pakîstanê. Herwiha derbarê birayê xwe de jî wî got ku ew di nava hewildana parastina birayê xwe ji pêkanîna çalakiyeke xwekujî de bû. Wî ji dadweran re got ku birayê wî bi çavekî din li dinyayê dinêrî û di bin bandora kesên ku dixwestin çalakiyeke xwekujî bi wî bidin kirin de mabû. Ji ber vê çendê wî hewl daye xwe ku bandorê li birayê xwe bike, ji bo ew ji helwesteke bi vî rengî dûr bikeve.
Dengê wî yê tomarkirî tiştekî din dibêje
Daîreya Krîmînalî ya Almanyayê (BKA) ku telefonên Emrah ên ji Pakîstanê didan Almanyayê guhdarî dikir, destnîşan dike ku wî bi xwe piştgiriya armanca xwekujî ya Bunyamîn dikir. Di 7ê Îlona 2010ê de Emrah telefon dabû birayê xwe Yusuf yê li bajarê Wuppertalê. Di axaftina tomarkirî de, ew dibêje birayê xwe bila keça ji Bunyamîn re xwestine rênekin û wiha dewam dike: “Ezê ji te re tiştekî bêjim, ji ti kesî re nebêje, ji Bunyamîn re jî, temam?“ Ew dûre dibêje ku Bunyamîn ji bo operasyonekê hatiye hilbijartin û ewê biçe bihuştê. Herwiha bi heman şêweyî dixwaze ku birayê wî ji dayika wan re jî tiştekî nebêje. Ji ber van diyalogan, BKA wê demê jî di wê baweriyê de bû ku wî piştgiriya Bunyamîn ya ji bo çalakiyeke xwekujî kiriye. Dadgehkirina Emrah Erdogan ya bi tewambariya endambûna di rêxistineke terorîstî de û pê re girêdayî jî tewanbariyên din berdewam dike.
Wê doz li hemberî Amerîkayê neyê vekirin
Derbarê kuştina Bunyamîn Erdogan yê ji hêla firokeyeke bêmirov ya amerîkî de jî, serdozgeriya Almanyayê ya li bajarê Karlsruhe vê mehê lêkolîna xwe rawestand. Di encamnameya lêkolînê de wiha tê gotin: “Doz wê ji ber êrişa di 4ê Cotmeha 2010ê ya li Mîr Alî li Pakîstanê neyê vekirin.“
Herwiha di heman encamnameyê de tê gotin ku wan lêkolîneke berfireh kirine û gihiştine wê encamê ku êrişa li dijî hemwelatiyê alman Bunyamîn Erdogan li gorî Hiqûqa Navnetewî nakeve çarçoveya parastina sivîlan û êriş li dijî komeke çekdar ya birêxistinkirî hatiye pêkanîn û êrişên bi vî rengî di dema şer de di çarçoveya qanûna şer a navnetewî de ne.



