Tirkiyê canjidestdana 2 gerîlayên PKKê li Bestayê ragihand

05-07-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Besta Operasyon PKK Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku li devera Besta ya Şirnexê 2 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di operasyoneke hêzên artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane. Lê belê PKKê derbarê mijarê de hêj ti daxuyaniyek nedaye.

Alî Yerlîkaya roja Sêşemê 4ê Temûza 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku hêzên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê li devera Besta ya Şirnexê operasyonek pêk anîne û di wê operasyonê de 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê diyar kir ku gerîlayên PKKê yên canê xwe ji dest dane, heman gerîla bûne ku roja 7ê Hezîrana 2023an li sînorê gundê Osiyan ê navçeya Berwarî ya Sêrtê di çalakiyekê de leşkerekî wan kuştine û leşkerek din jî birîndar kirine.

Yerîlkaya herwiha ragihandiye ku ew operasyon bi beşdariya dron û helîkopterên ji core ATAKê hatiye kirin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) heta niha derbarê vê operasyona Artêşa Tirkiyê de ti daxuyaniyek nedaye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst