Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmerge derbarê şer û êrişa li çiyayê Metîna ku di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn, ragihand, “Êrişa PKKê ti hincetekê hilnagire.”
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyê de ragihand, ji aliyê hêzeke PKKê ve “êrişeke bêhincet” bo ser karwanekî hêzên Pêşmerge hatiye kirin û hatiye diyarkirin ku di wî şerî de “hêzên PKKê çekên sivik û giran bikar anîn, di demekê de ku çûna Hêza Pêşmerge bo wî sînorî bi armanca parastina seqamgirî û asayişa navçeyê bû.”
Di daxuyaniyê de Wezareta Pêşmerge wê “êrişê” bi tundî şermezar dike û hişyariyê jî dide ku rewşa hestyar a Herêma Kurdistanê, rewşên bi wî rengî naxwaze û divê “destdirêjiyên PKK û hemû êriş û destdirêjiyên bo ser Hêza Pêşmerge bên ragirtin.”
Berî niha jî Wezareta Pêşmerge derbarê êrişê de ragihandibû, “Îro sere sibehê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzêke Pêşmerge di dema pêkanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê qezaya Amêdiyê, bi armanca parastina ax û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek li ber wan hatiye danîn û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”
Hêzên Parastina Gel (HPG) jî berî niha ragihandibû, “Hêzên Iraq û PDK’ê yên ketin nava liv û tevgerê êrîşî kampên gerîla kirin. Hêzên HPG/YJA Starê jî ji bo zêdetir hêz bi pêş ve neyên guleyên hişyariyê teqandine.”
Berpirsê Lîwaya 1 a Pasewanên Sînor red dike hêzên Iraqê li wî cihî bin û ji Rûdawê re ragihand, “Ti hêzeke pasewanên sînor ên Iraqê li wê navçeyê nînin û di şer de jî beşdar nebûne.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek nû derbarê êrişa li ser Hêzên Pêşmerge belav kir û ragihand ku ew nizanin kê û çawa derb li Hêzên Pêşmerge daye.
Di daxuyaniyê de hatiye, piştî ku hêzên Pêşmerge “ketine qada kampa hêzên me yên li herêma Metîna bi armanca ku werin hişyarîkirin bi çekên şexsî gule bi hewayê de hatine avêtin.”
HPGê ragihandiye, “Ji wesahitên zirxî yek jê ku guh neda vê hişyariya me û tevgera xwe domandî piştre çawa derb lê ketiye ji aliyê me ve nehatiye tespîtkirin.”



