Nêçîrvan Barzanî dê êrişên li ser Hewlêrê bi berpirsên Îranê re gotûbêj bike

05-05-2024
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îran Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê.

Armanca serdanê bihêzkirina peywendiyên Hewlêr û Tehranê ye.

Tê çaverêkirin Nêçîrvan Barzanî çend mijaran bi berpirsên herî bilind ên Îranê re gotûbêj bike, ji wan jî dûrxistina Herêma Kurdistanê ji wê milmilaneya herêmî ku Îran yek ji cemserên serekî ye.

Rêveberê Navenda Fransî ya Lêkolînên Li Ser Îraqê Adil Baxewan got:

“Asayîkirina pêwendiyên bi Komara Îslamî ya Îranê re ji bo Herêma Kurdistanê giring e.

Ji ber ku Herêma Kurdistanê di warên ewlehî, aramî û geşbûna aboriyê de sûd jê distîne.”

Serdana herî dawî ya Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê, 2 sal û 9 meh berî niha bû.

Êrişên Îranê

Di wan hezar û çar rojan de, Îranê bi hinceta hebûna pêgeha MOSADa Îsraîlê du caran bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir.

Tohmetek ku her du caran ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Lijneya Lêkolînê ve hatiye redkirin ku Hikûmeta Îraqê pêk anîbû.

Êrişa yekem di 13ê Adara 2022yan de bi ser mala bazirgan û xwediyê Kar Groupê Şêx Baz Berzencî bû.

Ya duyem di 15ê Kanûna Paşîna îsal bû; yek ji wan cihan jî ku bi gelek mûşekan hat armancgirtin mala Xwediyê Falcon Groupê Pêşrew Dizeyî bû ku bû sedema canjidestdana wî, pitikek, hevalek û xizmetkareke mala wî.

Herwiha piştî destpêkirina şerê Xezeyê ji 17ê Sibata 2023yan ve, grûpên çekdar ên Îraqî yên alîgirên Îranê herî kêm 18 caran bi dron û mûşekan êrişî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî yên li parêzgeha Hewlêrê kirine.

Ji wan jî 8 caran êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û 10 caran jî êrîşî  Balafirgeha Herîrê kirin.

Herêma Kurdistanê bi berdewamî red kiriye ku ew rê nade ji nav axa wê gef ji bo Îranê çêbibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 8ê Kanûna Paşîna 2024an gotibû:

“Komara Îslamî ya Îranê wekî welatekî cîran, ji bo me girîngiyeke wê ya zêde heye.

Em hêvîdar in peywendiyên me ber bi pêşveçûnê ve berdewam bin.

Hêjayê gotinê ye ku her dema pêdiviya me bi alîkariya wê hebûbe, Komara Îslamî ya Îranê alîkariya me kiriye.

Berê me berdewam gotiye û niha jî em helwêsta xwe dûbare dikin, Herêma Kurdistanê ji welatên cîran re ne gef e, bi taybetî Komara Îslamî ya Îranê.”

Serdan di demekê de ye, destpêka hefteya borî Serokê Herêma Kurdistanê çû Bexdayê û ligel berpirsên bilind ên wî welatî behsa çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî 22yê meha borî jî li Hewlêrê ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan civiya.

“Nêçîrvan Barzanî li şûna dijminatiyê, biratiyê dixwaze”

Pisporê Pêwendiyên Navneteweyî Mehmet Bayhan jî wiha anî ziman:

“Destpêşxeriyên rêzdar Nêçîrvan Barzanî ji bo aramî û asayîşa navçeyê, bi nerîna min hewlên behadar û gelekî baş in.

Ji ber ku her cihekî fikir û diyalog lê nebe, teror û dijmindarî tê de zêde dibe.

Em ji van destpêşxeriyên dîplomatîk ên rêzdar Barzanî fam dikin ku ew li şûna dijmindariyê, biratiyê dixwaze. Herwiha ji dêlva şer, aştiyê dixwaze.

Ev hewlên birêz Barzanî ku girîngiya wan aştî ye, bi baweriya min hezkirina wî hemû xelkî bidest dixe ku li navçeyê dijîn.”

Nêçîrvan Barzanî, ew serokê ku li navxwe hevpeyman û muxalefet û li derve jî yar û neyar, şahidiyê li ser rola wî ya di pêkanîna aştiyê de didin, di serdana xwe de ji nêzîk ve nîgeraniyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê dighîne berpirsên Îranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst