Nacî Gorur hişyarî da Çewlîgê: ‘Li ber şikestinê ye!’

05-04-2025
RÛDAW
Nîşan Nacî Gorur Erdhej Çewlîg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê erdhejê Nacî Gorur li ser qelşa li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê axivî û got, “250 sal derbas bûne û tê çaverêkirin ku ev qelş bişike.”

Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî bernameya Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk bû ku li ser erdhejê hatibû sazkirin.

Nacî Gorur diyar kir ku di navbera lewheya Anatolya û Avrasyayê de her dem liv û tevger heye û enerjiyê li xwe bar dike.

Gorur her wiha bal kişand ser Qelşa Çermê ya Çewlîgê ku wextê wê hatiye û dê bişike.

Pisporê erdhejê Nacî Gorur da zanîn:

“Erdhej her roj, her hefte çênabin, dema wextê wê tijî dibe çêdibin.

250 sal îro temam bûye. Qelşa Çermê li ber şikestinê ye.

Ez vê yekê zelal dibêjim, ne ji bo ku we bitirsînim.

Sala 1939an erdheja Erzinganê çêbû û nêzîkî 40 hezar kesî mirin.

Aliyekî Qelşa Anatolyaya Bakur ku di Erzinganê re derbas dibe, di navbara Erzingan û Kanîreşê de ye û ew jî Qelşa Çermê ye.

Ev qelş sala 1939an neşikest, herî dawî şikestina wê sala 1784an bû.

Ji wê demê heta niha 250 sal derbas bûne û tijî enerjî bûye.

Her wiha li derdorê jî gelek erdhej çêdibin û ew erdhej jî enerjiyê vediguhêzin.

Ji ber vê yekê jî dema ez dibêjim Qelşa Çermê li ber şikestinê ye ne bê bingeh dibêjim.

Li gorî amarên zanistî dibêjim lê kes nizane dê kîjan rojê çêbibe.

Ji xwe ya girîng ne wextê wê ye, ya girîng em dê çawa Çewlîgê li hemberî erdhejê bihêz bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst