Li Rihayê qeza: Gelek mirî û birîndar hene

05-04-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Hewag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya Rihayê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn.

Li gorî zanyariyên destpêkê 4 kesan canê xwe ji dest daye û gelek birîndar hene.

Li ser agahdarkirinê gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku bûyer li ser rêya Riha-Semsûrê li nêzîkî gundê Safê yê navçeya Hewagê çêbûye.

Li gorî zanyariyan otomobîla ku polîsê bi navê Batuhan Akar diajot ji kontrolê derketiye û derbasî aliyê din ê rê bûye û li barhilgir lê qelibiye.

Di encamê de şofêr Batuhan Akar, hevjîna wî Halîme, kurê wî Tunahan (7 salî) û keça wî Umay (3 salî) canê xwe ji dest da.

Hat zanîn malbatê xwestiye ji bo cejnê ji Rihayê biçe Meletiyê.

Batuhan Akar di Birêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê de polîs bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst