Kantona Cizîrê sîstema federalîzmê gotûbêj kir

05-03-2016
Mihyedîn Hisên
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mijara bicîkirina sîstema federalîzmê li Sûriyê hîn di rojevê de ye û tevî ku berpirsên Kantona Cizîrê dibêjin ku ew amadekariyan ji bo wê sîstemê dikin, berpirsên ENKSê dibêjin, divê bicîkirina federalîzmê ne di çarçoveya kantonên niha de be.

Desteya Bicîkar a Kantona Cizîrê di civîna xwe ya şemiyê de sîstema federalîzmê li Sûriyê gotûbêj kir û Cîgira Serokê Desteyê Êlîzabêth Gewriyê ragihand ku niha Sûriye ketiye di qonaxeke nû de û ber bi sîstema federalîzmê ve diçe.

Êlîzabêth Gewriyê herwiha anî ziman, ku heykeliyeteke nû ji kantona Cizîrê re tê danîn, sîstema hevserokatiyê ji bo desteyan tê bicîkirin, herwiha hejmara wan deste ango wezareta ji 22 bo 16an tê kêmkirin.

Li ser amadekariyên kantonan ji bo bicîkirina sîstema federalîzmê, Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro ragihand, tevî ku yekemîn aliyê ku behsa federlîzmê li Sûriyê kir, ENKS bû lê got ku ew qebûl nakin ku federalîzm jî weke kantonan, bi hêzê were ferzkirin û bibe defakto.

Biro herwiha anî ziman ku heta sîstema federalîzmê, were bicîkirin, divê rêkeftineke navdewletî hebe û got ku ew amade ne li ser vê mijarê ligel TEV-DEM û berpirsên kantonan bicivin, daku nerîneke kurdî ya hevbeş di derbarê vê pirsê de were avakirin û bo aliyên navdewletî bê pêşkêşkirin.

Ebdulsemed Xelef Biro ku di heman demê de endamê polîtbîroya Partiya Yekîtî ye, destnîşan kir, di dema ku wan di Jenêv a 2yan de, behsa sîstema federalîzmê ji bo Sûriyê dikir, PYDê û hevalbendên xwe bi hêzê kanton ava kirin.

Tevî ku Amerîka li ser zarê Berdevkê Wezareta Derve John Kirby ragihand ku ew piştgiriya statoyeke kurdî li Sûriyê nakin, niha bi germî behsa vê mijarê tê kirin, bi taybet piştî ku John Kerry behsa egera parçebûna Sûriyê kiribû û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê jî piştgiriya welatê xwe ji vê pirsa re nîşan dabû, lê şîrovekar dibêjin, ku Rojavayê Kurdistanê li ser rêya Başûrê Kurdistanê dimeşe û ne dûr e ku di demeke nêzîk de, herêmek bi navê Kurdistana Sûriyê li ser neşxeya cîhanê hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst