RIHA - 5 mehan piştî mirina hevjîn û 5 zarokên xwe zewicî: Dadgehê biryara girtina wî da

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Kanala Avê Girtin Hasan Çetîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kesekî ku hevjîn û 5 zarokên wî di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest dabû û 5 mehan piştî bûyerê zewicîbû bi biryara dadgehê hat girtin.

Berî 9 mehan li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîla ku Hasan Çetîn diajot ji rê derket û ket kanala avê.

Çetîn xwe ji otomobîlê avêt û rizgar bû lê 5 zarok û hevjîna wî di bûyerê de canê xwe ji dest da.

Hasan Çetîn xwe negirt û 5 mehan piştî bûyerê bi keseke bi navê Îslîm Çetîn re zewicî.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji bûyerê ket gumanê û li ser îdiayên ku bûyer bi zanebûnî hatiye kirin lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de Hasan Çetîn û hevjîna wî ya nû Îslîm Çetîn hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê her du kesên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê birin Dadgeha Rihayê.

Hasan Çetîn bi biryara dadgehê hat girtin, Îslîm Çetîn jî bi mercê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê hat berdan.

Li Rihayê 6ê Gulana 2023yan otomobîla bi plakaya 31 B 70008 ku Hasan Çetîn diaojot ketibû kanaleke avdanê û şofêr xwe ji otomobîlê avêtibû û bi birîndarî rizgar bibû lê cenazeyên hevjîna wî Ozlem Çetîn û 5 zarokên wan hatibûn dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst