Iraqê Helebce weke parêzgeh hesab kir

05-01-2018
RÛDAW
Nîşan Helebce Parêzgeh Iraq Bûdce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di projeyasaya bûdceya sala 2018an a Iraqê de, di madeya 51ê de, Helebce weke parêzgeheke Herêma Kurdistanê hatiye hesabkirin.

 

Hêj li parlementoya Iraqê, li ser projeyasaya bûdceya sala 2018an dengdan nehatiye kirin, ev jî ji ber wê yekê ye ku li ser projeya bûdceyê di navbera aliyên siyasî de nakokî heye, bi taybetî Kurd û Erebên Sunî daxwaz dikin ku di hin birge û madeyên bûdceyê de guhertin werin kirin.

 

Di madeya 51 a projeyasaya bûdceyê de bi awayekî aşkere, Helebce weke parêzgeh hatiye hesabkirin, ku têde tê gotin “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji para Herêma Kurdistanê li gor rêjeya niştecihan, pabend e bi dabînkirina bûdceyê ji bo parêzgeha Helebceyê”.

 

Endamê Encumena Nûneran a Iraqê û Parlementerê PDKê Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, ku eger navê Helebceyê bi vê şêweyê hatibe, rast e ev tê wateya nasîna Helebceyê weke parêzgeh. Lê di heman demê de pirsgirêka dabînkirina bûdceyê vediguhezîne Herêma Kurdistanê, çimku Iraqê ti bûdceyek ji bo wê parêzgehê terxan nekiriye.

 

Li gor Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di projeyasayê de maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê li ber çavan nehatiye girtin û hin birge û made jî, ne li gor destûra Iraqê ne, bi taybetî binavkirina "Herêma Kurdistanê" weke "Parêzgehên Herêma Kurdistanê".

 

Roja 13ê Adara 2014an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara parêzgehbûna Helebceyê pesend kiribû û piştre Mesûd Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê biryara herêmî derxistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst