Li Wan û Êlihê bi hinceta nerazîbûna qeyûman gelek kes hatin desteserkirin

04-11-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih Mêrdîn Xelfetî Qeyûm Protesto Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi hinceta protestokirina danîna qeyûm a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û  Xelfetiyê li Wan û Êlihê bi dehan kes hatin desteserkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Tayînkirina qeyûman li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi çalakiyan hat protestokririn.

Li parêzgeha Êlihê piştî biryara danîna qeyûm, Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û hinek kesan li pêşiya avahiya şaredariyê civiyan û xwest bikevin nav avahiyê.

Lê polîsan rê neda wan û alozî derket.

Hat ragihandin bi dehan kes hatin desteserkirin.

Li aliyê din li parêzgeha Wanê jî çalakiya nerazîbûnê hebû.

Li Wanê rêveberên DEM Partiyê û hinek kes li Kolana Hunerê li hev kom bûn û li dijî tayînkirina qeyûman  nerazîbûn nîşan da.

Polîsan êrişî çalakiya xelkê kir û di êrişê de herî kêm 4 kes hatin desteserkirin.

Çi bûbû?

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Li gorî daxuyaniyê, Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Ahmet Turk hatiye tayînkirin.

Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bûye qeyûm.

Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.

Lijneya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got:

“Em li hêviya destê aştiyê bûn lê wan dest danî ser îradeya gel.

Em li hêviyê bûn ku pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê bên çareserkirin lê li ber ber hêviyên çareseriyê xefk hatiye danîn.

Em ti carî serê xwe natewînin, em ti carî dev ji têkoşînê bernadin.

Eger desthilat difikire ku dê bi vê rêbaza îflaskirî bi ser bikeve dê gelekî şaş bibe.

Gelê me dê di bin hemû şert û mercan de li îradeya xwe xwedî derkeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst