Li Mehabadê di du bûyerên trafîkê de 2 kes mirin

04-08-2023
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Mihabed Rojhilatê Kurdistanê Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mehabadê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di encama du bûyerên trafîkê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Her du bûyerên trafîkê şeva pêncşemê çêbûne, bûyera yekem li ser rêya Mihabad-Miyanduavê û ya duyem jî li ser rêya Mehabad-Bokanê çêbûye.

Rêvebirê Navenda Hawarçûnê ya Mehabadê Kemal Ahmend ragihand ku qezaya yekem di navbera otombîleke taybet û motorsîkletekê de û li ser rêya Mihabad-Miyanduavê rû daye.

Di wê qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Kemal Ahmend da zanîn, di bûyereke din de, otomobîleke taybet li ser rêya Mihabad-Bokanê li nêzîkî gundê Burhanê wergeriya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.

Di meha bihurî de li ser rêyên navbera Mehabad-Bokan û Mehabad-Miyanduavê 10 kesan ji ber bûyerên trafîkê jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Di demên dawî de bûyerên trafîkê li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.

Roja 30ê Tîrmehê jî li ser rêya Urmiye û Selmasê di bûyereke trafîkê de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Rêvebirê Giştî yê Polîsê Trafîkê yê Îranê Kemal Hadiyanfer 30ê Tîrmehê ji medyaya fermî ya welatê xwe re ragihandibû ku li Îranê rojane ji 50 heta 60 kesî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin.

Sedema sereke ya mirinan, nebûna şert û mercên ewlehiyê ye di otomobîlan de.

Hadiyanfer got, ji 21ê Adara 2022an heta 21ê Adara 2023an zêdetirî 20 hezar kesî li Îranê di bûyerên trafîkê de jiyana xwe ji dest daye û 378 hezar kes jî birîndar bûne.

Ji wê hejmarê, ji sedî 49ê ji wan kesan di dema bûyeran de yan li ser rêya nexweşxaneyan mirine, ev jî tê vê wateyê ku di otomobîlan de mercên ewlehiyê nînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

Du gerîlayan 19-20ê Gulana 2024an li herêma Metînayê di çalakiyeke li hemberî hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da