Doza Tahir Elçî sibe tê kirin

04-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Doza Tahir Elçî Parêzerê Kurd Baroya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heftemîn rûniştina doza parêzerê Kurd û serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî ku sala 2015an di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin, sibe 5ê Temûzê demjimêr 10:00 li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê birêve diçe.

Heftemîn rûniştina Doza Tahir Elçî sibe 5ê Temûza 2023an tê kirin.

Di çarçoveya dozê de 4 kes tên darizandin ku 3 jê polîs in. Tevî ku di ser kuştina wî re 8 sal derbas bûne lê heta niha ji Doza Tahir Elçî biryarek derneketiye.

Di dozê de kesê bi navê Ugur Yakişir ku nehatiye girtin bi daxwaza cezaya heta hetayê û polîsên bi navê S.T., F.T. û M.S. jî bi daxwaza cezaya 2 sal û 6 mehan tên darizandin.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî 28ê Mijdara 2015an dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida medyayê di êrişeke çekdarî de gule li serê wî ketibû û di encam de canê xwe ji dest dabû.

Doza Tahir Elçî piştî kuştina wî bi 5 salan hatibû vekirin û yekemîn rûniştina dozê di 21ê Cotmeha 2020an de hatibû lidarxistin. Şeşemîn rûniştina dozê jî di 23ê Mijdara 2022an de hatibû kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst