HPGyê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

04-06-2024
Nîşan HPG Gerîla Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya sê gerîlayên ku li Metînayê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê diyar kir ku her sê gerîlayan li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye û got:

“Hevrêyên me Zîlan Amed, Şahan Amed û Serhed Çarçella 8ê Nîsana 2024an li herêma Metînayê di êrişa dijmin de şehîd ketin.”

Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her sê gerîlayan wiha ne:

Zîlan Amed: Navê wê yê fermî Bêrîvan Zengîn e û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Şahan Amed: Navê wî yê fermî Nurullah Tunç e ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Serhed Çarçella: Navê wî yê fermî Esed Raîd e û ew ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye.

Li gorî daxuyaniyê; Zîlan Amed sala 2004an, Şahan Amed û Serhed Çarçella jî sala 2018an tevî refên gerîlayan bûne.

Li hêla din, HPGyê ragihand ku li Metînayê 4 leşker hatine kuştin û 3 jî hatine birîndarkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst