Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji ciwanan re peyamek şand û daxwaz kir ku, “Li her derê bi rêxistin bin û her derê bi rêxistin bikin.”
Meclisa Ciwanan a Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo rojbûna Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, roja li Meydana Deriyê Çiyê yê Amedê dest bi meşê kir û çend festival û çalakî li dar xistin.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê roja 2yê Nîsanê gihiştin parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê.
Meclisa ciwanan îro gihişt gundê Amarayê yê navçeya Xelfetiyê ya parêzgeha Rihayê û peyama Abdullah Ocalan a ji bo ciwanan xwend.
Ocalan di peyama xwe de ji ciwanan re dibêje:
“Meha Nîsanê ji bo min ronesansek e. Zayîneke ji nû ve ye. Meşa ciwanan, meşa ber bi azadiyê ve ye.
Meşa ber bi azadiyê ve, bi wate ye. Ez diçûm ku min xwe bi rêxistin dikir.
Gava ez diçûm dibistanê komeke min a ku bi min re tevdigeriya hebû.
Civakbûyîn bi vî awayî çêdibe. Ji zaroktiya xwe heta niha ez vî tiştî dikim.
Sosyalîzm, civak e. Civaktî ye. Sosyalîstî jî civakbûyîn e.
Li Kurdistanê jî pêwîst e bi vê têgihiştinê siyaset bê kirin. Navê wê siyaseta civakî û sosyalîst e.
Ev jî bi rêxistinkirinê dibe. Rêxistinî, karê herî girîng e. Heger hûn nekin, ez dê bi tundî rexne bikim.
Ji bo wê jî li her derê pêwîst e hûn xwe rêxistin bikin.
Her derê jî rêxistin bikin. Piştgiriya xebatên we dikim, silavên xwe ji we re dişînim.”
Piştî ku peyama bi Kurdî û Tirkî hate xwendin girseya gel dest bi berzkirina dirûşma “Bijî Serok Apo” kir.
Meşale hatin pêxistin û fîşekên hewayî hatin teqandin.
Dema ku peyam bi dawî bû dirûşma “Silav silav ji Îmraliyê re silav” ji qadê bilind bûn.
Piştî peyam hat xwendin, ciwanan govend gerandin.
Mihemed Ocalan (birayê Abdullah Ocalan) û Omer Ocalan (biraziyê Abdullah Ocalan û parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê) bi minasebeta Cejna Remezanê, ji bo dîtina Abdullah Ocalan çûn serdana Girava Îmraliyê û wan peyama Ocalan wergirt.
Abdullah Ocalan 4ê Nîsana 1949an li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ji dayik bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse