Hewlêr (Rûdaw) - Di ser Komkujiya Kurdên Feylî ya ku ji aliyê rejîma Beasê ve hat kirin 45 sal derbas dibin.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de da zanîn, “Divê Hikûmeta Îraqê erkê xwe bi cih bîne û bi awayekî tazmînatê bide wan.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 45emîn a Komkujiya Kurdên Feylî de peyamek belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got:
“Îro em salvegera sûcekî hovane ya li dijî beşeke girîng ê gelê xwe bi bîr tînin ku ew jî Komkujiya Kurdên Feylî ye ku rejîmên li pey hev ên Îraqê di çend qonaxan de pêk anîn û sala 1980an gihîşt lûtkeya hovîtiyê.”
Mesrûr Barzanî diyar kir ku sedema komkujiyê Kurdbûna wan bû û got:
“Rejîma berê ya Îraqê bi sedan hezar Kurdên Feylî ji Îraqê derxistin û bi hezaran kes jî winda kirin, dest danî ser mal û milkên wan û nasnameyên wan ji wan standin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di 45emîn salvegera komkujiyê de anî ziman:
“Pêwîst e Hikûmeta Îraqê erk û berpirsyariya xwe ya qanûnî û destûrî bi cih bîne û malbat û kes û karên qurbaniyên Komkujiya Kurdên Feylî û komkujiyên din, bi awayekî şayiste, tazmînatê bide wan û milk û malên wan ên dagirkirî vegerîne.”
Komkujiya Kurdên Feylî li Îraqê ji serdema paşayetiyê heta rejîma Beasê bi çend qonaxan hatiye kirin.
Qonaxa herî mezin di serdema rejîma Beasê de bû, piştî ku sala 1980an bi biryara 666 a Beasê Kurdên Feylî ji mal û milkên xwe hatin derxistin û hatin bêparkirin û biryar hat dayîn ku hemû milk û malên wan werin standin.
Li gorî amaran salên 1980î zêdetirî 22 hezar ciwanên Feylî hatin windakirin, 5000 bazirganên Feylî zindî hatin binaxkirin.
Her wiha 600 hezar Kurdên Feylî ji Îraqê ber bi Îranê ve hatin şandin.
Gelekan ji wan di rêya derbederiyê de canê xwe ji dest da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse