Di roja duyem a Foruma MERIyê de, di guftûgoyekê de ku ji aliyê Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Tora Medyayî ya Rûdawê Ziryan Rojhilatî ve kirin, Alîkarê SerokWezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ronahî xist ser rewşa hikûmraniyê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, proseya yekxistina Hêzên Pêşmerge û civînên dawî yên di navbera YNK û PDKyê de.
Derbarê civîna xwe ya dawî ya li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, Qubad Talebanî ragihand: "Civîneke me ya gelekî baş çêbû, me guftûgoyeke cidî kir; ne pirsgirêka min a kesane bi wî re heye û ne jî pirsgirêka wî bi min re heye, belkî me qala awayê hikûmraniyê kir ku di vê qonaxê de pêdiviya Kurdistanê pê heye."
Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ku civînên di navbera PDK û YNKyê de nesekinîne û got: "Deriyê guftûgoyê nehatiye girtin; roj û navnîşana civînê ne girîng e, ya girîng encama wê ye."
Cîgirê Serokê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê pirsgirêka sereke ya niha ya Herêma Kurdistanê û Îraqê vegerand ser "awayê hikûmraniyê" û got: "Serkirde gelek in, lê gelo birêvebirên pêwîst li cem me hene? Pêdiviya felsefeya me ya hikûmraniyê bi pêdaçûnê heye."
Her wiha wî daxwaza şorkirina rasteqîn a desthilatan kir ji Encumena Wezîran ber bi parêzgeh, navçe û nahiyeyan ve da ku rûtîna îdarî nemîne û rayedarên xwecihî li gorî qanûnê xwedî desthilata biryardanê bin, ne ku ji bo her miameleyekê li benda erêkirina ji jor bin.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Qubad Talebanî sedema sereke ya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de vegerand ser cîbicînekirina Destûra Îraqê, lê di heman demê de bal kişand ser wê yekê ku heta Destûra Îraqê bi temamî bê cîbicîkirin jî, pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi temamî çareser nabin heta ku nebe xwediyê destûra xwe: "Valahiyeke me ya gelekî mezin heye ku ew jî nebûna destûrekê ye ji bo me bixwe, da ku mala me û desthilatên me bi rêk bixe."
Derbarê yekxistina Hêzên Pêşmerge de jî, Qubad Talebanî ev pêngav wekî pêngaveke dîrokî bi nav kir û dilniyaye da ku Pêşmerge ti carî careke din rûbirûyî hevdû nabin, lê da zanîn ku çaksaziya di nava Hêzên Pêşmerge de hewceyî berdewamiyê ye û pêwîst e hevahengiyeke temam di navbera Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê de bê avakirin.
Pêşkêşkar: Pirsa min a yekem tam ew e ku pêwendiya cenabê te li gel nifşê nû yê serkirdayetiya siyasî ya Kurd çawa ye? Ne tenê pêwendiya te bi tena serê xwe, belkî tu pêwendiya wan hemûyan bi hev re çawa dinirxînî? Temenê navîn ê serkirdayetiya siyasî ya nû ya Kurd derdora 50 heta 55 salî ye, nifşê kevn jî derdora 70 û ser 70 salî re ye. Ango hîn demeke dirêj li pêşiya we heye ji bo ku hûn bi hev re bixebitin.
Qubad Talebanî: Lê ew kesên di 60 saliya xwe de ne li kû derê ne? Ew kevn in an nû ne?!
Pêşkêşkar: Li gorî dilê wan e.
Qubad Talebanî: Gelek spas Kak Ziryan, gelek spas ji bo Kak Dr. Dilawer û tîma MERIyê, spas ji bo we kesên hêja û amadebûyan ji bo beşdariya we ya di vê panelê de. Spas ji bo pirsa te jî Kak Ziryan. Bi rastî gava tu qalî nifşê nû dikî, em bixwe jî hêdî hêdî hest dikin ku em bûne nifşê kevn û em bi temen dikevin! Lê rast e, cudahiya nifşan heye, çi di temen de be û ya ji wê jî girîngtir belkî di awayê hizirkirinê de be.
Ev ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, belkî niha li Îraqê jî wisa ye; eger tu lê binêrî, ew nifşê ku di navbera salên 2003yan heta salên 2020an de fermanrewa û biryarder bûn li Îraqê, kesên têkoşer, bihêz û navdar bûn lê niha tu dibînî ku nav û rûyên nû derketine pêş, nifşekî nû derketiye pêş. Vê yekê jî wiha kiriye ku em hinekî ji girêkên siyasî yên kevn dûr bikevin.
Niha dema em li gel wan birêzên ku rojane bi wan re dixebitin siyasetê dikin, em bi girêkên salên şêstan, heftêyan, heştêyan û nodan rûnanên; em li ser babetên rojê û babetên îroyîn rûdinên û guftûgo dikin, eger nakokî hebin û nêrînên me yên cuda jî hebin. Ji ber wê ez di wê baweriyê de me heta ku em nifşekî nû ne û em bi temamî neçûne ser nifşê kevn, dibe ku çareserkirina hinek ji wan pirsgirêkên heyî baştir û hêsantir be.
Rûdaw: Hinekî nêrîneke wiha heye ku piştî sala 2017an ve heta niha pêwendiya di navbera vî nifşê nû de hinekî aloztir e li gorî nifşê berê. Mînakeke dîrokî tînim bîra we: Carekê Dr. Mehmûd Osman ji min re vegot û got piştî Peymana 11ê Adarê civîneke Mekteba Siyasî ya PDKyê hebû li ser wê yekê ka dê li gel Mam Celal û hevalên wî li hev werin an na. Got hinek li dij bûn û digotin em nû li gel hikûmetê li hev hatine û pêdiviya me bi wan nîne, min jî got pêwîst e em li hev bikin. Lê ya ku ez matmayî hiştim ew bû ku Barzaniyê Nemir bi her du destên xwe destê xwe bilind kir û got divê em bi wan re li hev bikin û niha dema wê ye ku em li hev bikin. Bi dehan mînakên din jî hene, bo nimûne Mam Celal tenê bi şofêrekî diçû Pîrmamê ji bo ku guftûgoyê bike li ser wê yekê ku şerê navxwe rawestîne. Nifşê kevn di birêvebirina dema nakokiyan û dema peymanan de gelekî şarezattir bû, lê ji 2017an ve heta niha milmilaniya di navbera vî nifşê nû de gelekî tundtir e, lêbelê pirsgirêk biçûk in û çareser nabin?
Qubad Talebanî: Nifşê têkoşer ji ber ku hemû zehmetî û nexweşî dîtibûn û dibe ku di encama hinek ji biryarên wan de tiştên gelekî nexweş jî qewimîbin, qedr û qîmeta wan biryaran belkî ji yekî wekî min baştir bizanin. Min biryarek nedaye ku şerê birakujiyê jê çêbibe. Ji ber wê nabe dema em qalî nifşê têkoşer dikin em wisa qal bikin ku êdî dema wan qediyaye û rola wan nemaye, berevajî wê divê em ji wan fêr bibin û guh bidin wan.
Lê dibe ku şert û mercên îro ji bo birêvebirinê, ji bo hikûmraniyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî, siyasî û îdarî, pêdiviya me bi rengekî din ê hizirkirinê hebe ku nifşê nû ji wan pirsgirêkan û çareseriyên wan baştir fêm bike. Ev nayê wê wateyê ku em bê wan nikarin tiştekî bikin an ew her tiştî dizanin û em tiştekî nizanin. Mam Celal her tim qalî çepka gulan dikir; digot heke çepkeke gulan hemû yek reng bûya xweşik nedibû lê dema hemû reng tê de hebin çi qas xweşiktir e. Siyasetkirin jî wisa ye. Ez bixwe di ezmûna xwe de, heke ez xwe bi 10 sal berê re bidim ber hev, ez kesekî din bûm.
Awayê hizirkirina min gelekî cuda ye, awayê rûbirûbûna astengiyan gelekî cuda ye; belkî 10 sal berê ezmûna min gelekî kêmtir bû û ez zûtir hêrs dibûm, zûtir dilgiran dibûm, zûtir bi biryarekê an bi daxuyaniyekê dilteng dibûm lê niha na, ji ber ku tu di ezmûnekê re derbas dibî, tu dikarî binirxînî ka gelo ev tişt hêjayî wê diltengî û hêrsbûnê ye? Na, belkî ne hêja be. Lê hîn dema me maye û roj bi roj divê mirov ji ezmûna xwe û ji kesên beriya xwe fêr bibe.
Pêşkêşkar: Nêzîkî sê sal in li vê herêmê şer heye, guftûgoyeke zêde li ser wê yekê hatiye kirin ku ji aliyê stratejîk ve dê çi bandorê li ser Kurdistanê bike, nakokiya navxweyî jî heye, bê guman di van mercan de zehmet e ku Kurd bikaribin bêalî bin lê ne karekî hêsan e jî. Ji bilî wê, nakokiyeke navxweyî li Kurdistanê heye; çi zêdetir te dilgiran dike wekî serkirdeyekî nifşê nû: nakokiyên navxweyî yan ew zext û gefên ku li derve hene?
Qubad Talebanî: Divê em hinekî li rastiyê binêrin. Dibe ku gelek tişt hebin ku rojane ez dibînim û min dilgiran û xemgîn dikin lê heke ez ew qas xwe bi wan tiştan mijûl bikim, mirov nikare tiştekî çareser bike, divê em li wêneya mezin binêrin. Doh Kak Nêçîrvan û Kak Bafil gelekî baş qalî pirsgirêkên stratejîk kirin, qalî pirsa navneteweyî kirin. Ew pirsgirêk gelekî mezin in lê heke em rûnên û tenê xwe dilgiran bikin ku ka gelo Îran û Amerîka dê şer bikin an na, em nikarin tiştekî bikin.
Divê em di wê çarçoveyê de bixebitin ku di destê me de ye û em xwe zêde ji bo tiştekî ku li derveyî xwesteka me ye dilgiran nekin. Gelek pirsgirêk hene ku berê xwe dane Îraqê û Îraqî bixwe dikarin wan çareser bikin; gelek pirsgirêk hene ku rûbirûyî Herêma Kurdistanê bûne ku di desthilat û xwesteka me bixwe de ne lê ka Serok Trump û Serok Pizîşkiyan dê li hev bikin an na, ew encam li derveyî xwesteka me ye.
Ji ber wê ez kêmter li wan tiştan dinêrim ku min dilgiran dikin, bêtir girîngiyê didim wan tiştên ku çareserkirina wan pêkan e û pêwîst e werin çareserkirin. Doh guftûgoyeke baş li ser destûrê hat kirin, cenabê Serokê Herêma Kurdistanê gelekî bi zelalî qalî destûrê kir, ew mebesta ku Destûra Îraqê ji bo wê hat nivîsandin û deng li ser hat dayîn. Gelo îro ew destûr tê cîbicîkirin? Nexêr, nayê cîbicîkirin.
Gelek mijarên mezin hene ku bi destûrê ve girêdayî ne; bo nimûne madeya 65an ku qalî Encumena Federal dike, madeya 92yan ku qalî Dadgeha Federal û çawaniya pêkanîna wê û dengdana li ser yasaya wê dike, madeya 111 û 112an a derbarê neft û gazê de, madeya 140î ku me hemûyan jiber kiriye û em dizanin heta niha nehatiye cîbicîkirin.
Ez tekez dikim û dibêjim li vê Îraqê li pey yek pirsgirêkê bigerin ku çavkaniya wê venegere ser cîbicînekirina destûrê. Hemû pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de vedigerin ser cîbicînekirina destûrê. Ji ber wê li şûna ku em werin bi rêyên demkî û bi biryarekê pirsgirêkan çareser bikin, divê em werin ser kakilê mijarê ku destûr e. Ev rastiyek e ku divê ev pêkhateya nû ya Bexdayê bi cidî lê binêre heke em bi rastî dixwazin ji pirsgirêkên di navbera Herêmê û Bexdayê de rizgar bibin.
Pêşkêşkar: Zêdetirî bîst salan e Destûra Îraqê hatiye pesendkirin, piştî 20 salan tu gazincê dikî ji ber ku destûr nayê cîbicîkirin. Tu di wê baweriyê de yî ku bi vê pêkhateya nû ya hikûmetê were cîbicîkirin, an bi vê rewşa nû ya ku niha çêbûye?
Qubad Talebanî: Heke vîn hebe, belê. Ez di wê baweriyê de me ku niha derfetek çêbûye ku hevalbendiyek li Îraqê pêk hatiye (Kak Bafil jî amaje pê kir ku çi wekî 'gentlemen' be jî tiştek çêbûye ku hevahengiyek jê peyda bûye), îro biryar bi hevahengî û bi vekolînê tên dayîn. Heta niha van koman hevahengiyeke baş di navbera xwe de çêkirine; ne tenê ew e ku em bibêjin mala Şîeyan e, naxwe Kurd, Sunî û Şîe tê de hene û ji aliyê temen ve jî nêzîkî hev in.
Vê yekê jî derfetek çêkiriye ku em bikaribin hinek gavan bavêjin pêş. Lê ev bi tena serê xwe têrê nake! Em bibêjin Destûra Îraqê wekî xwe û bi hemû bendên xwe hat cîbicîkirin û ti gazincên me neman; gelo pirsgirêka Herêma Kurdistanê çareser dibe? Nexêr! Ji ber ku valahiyeke me ya gelekî mezin li Herêma Kurdistanê heye, ew jî nebûna destûrekê ye ji bo me bixwe! Destûrek ku mala me bi rêk bixe, yasayên me bi rêk bixe, desthilatên me yên fermî bi rêk bixe.
Destûra me nîne, ji ber wê bi sedan û bi hezaran yasa û biryarên me hene ku ji sala 1992yan ve heta niha ji parlamentoyê derketine û bi ti tiştî ve nehatine girêdan. Hinek ji wan me ji Îraqê wergirtine û em wekî xwe cîbicî dikin, hinekan li cem xwe sererast dikin, hinek ji wan jî li gorî daxwaza Encumena Wezîran tên cîbicîkirin. Ji ber wê mijar tenê bi destûra federal çareser nabe; ya ku ez dibêjim di bin vîna me bixwe de ye ew e ku em destûrekê ji bo xwe deynin ku desthilatan diyar bike, dadwerî bizanibe karê wê ji kû derê dest pê dike û li kû derê diqede, Encumena Wezîran bizanibe û parlamento jî desthilata xwe bizanibe.
Pêşkêşkar: Ew ew tişt e ku cenabê te dixwaze wisa be lê di pratîkê de gelo niha ew pêwendiya ku li gel Bexdayê heye sazûmanî ye? Min li hevpeyvîna cenabê te ya di MERIyê de ya sala borî mêze kir, te qal kiribû ku pêwîst e pêwendiya li gel Bexdayê sazûmanî be û em Bexdayê wekî kûrahiya stratejîk bibînin. Gelo niha pêwendiya di navbera aliyên Kurdî û Bexdayê de sazûmanî ye an li ser asta hizbî maye?
Qubad Talebanî: Bi destûra cenabê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ez dikarim li ser navê YNKyê biaxivim: Belê, pêwendiya me li Îraqê pêwendiyeke sazûmanî ye. Em beşek in ji xwedîbiryarên li Bexdayê û bandora me li ser wan biryaran heye ku tên dayîn. Birêz Serokê YNKyê jî doh gelekî xweşik got: Kurdistan wê demê bihêz dibe ku Îraq bihêz be lê Îraq wê demê bihêz dibe ku em li Bexdayê bin û beşek bin ji Îraqê, ne ku em xwe wekî aliyekî din deynin. Heke em bixwe li Bexdayê bin, em nikarin gazincan ji wan biryaran bikin ku tên dayîn ji ber ku em bixwe beşek in ji wan biryaran; lê eger em li derve bin, biryar tên dayîn û pişt re em her tim gazincan dikin, dema me gazinc kir jî êdî qewimiye û em neçar in bibêjin sûcê filan kesî bû.
Pêşkêşkar: Werin em vegerin Kurdistanê. Çend roj piştî ku yekxistina Hêzên Pêşmerge hat ragihandin, cenabê te gotibû ev destkeftiyeke dîrokî ye. Gelo bi rastî ev yekxistina hêzan e an yekxistina biryareke leşkerî ye? Eger sibe pirsgirêkek di navbera PDK û YNKyê de derkeve, ti garantiyek heye ku Pêşmerge careke din şerê hevdû nekin?
Qubad Talebanî: Sond dixwim ez piştrast im garantî heye ku careke din Pêşmergeyên YNK û PDKyê rûbirûyî hevdû nabin, çimkî eger serkirdeyên siyasî biryarê jî bidin, ez bawer nakim ku ew Pêşmerge careke din guleyan berdin hevdû û li gorî gotina serkirdayetiyên siyasî tevbigerin. Derbarê gavan de, gaveke dîrokî bû, ji sala 2016an ve kar li ser dihat kirin û sala 2026an me karî qonaxekê rabigihînin. Lê gelo ev hemû prose ye? Nexêr.
Çaksazî ne bişkokek e ku tu pê lê bidî û bibêjî temam! Fermo pêkhateya wê yekgirtî bûye û destê hemû aliyan sax be lê niha divê rahênan, kinc, awayê damezirandinê, maf û taybetmendî û çawaniya dabeşkirina hêzan bi ser firqe û lîwayan de bê yekxistin. Ev qonaxa din e. Çawaniya girêdana Hêzên Pêşmerge bi hemû dezgehên din ên ewlehiyê re ku li Herêma Kurdistanê hene, ev hemû mane.
Demek berê ez çûm Wezareta Pêşmerge, em bi wezîr, cîgir û ferîqan re rûniştibûn, min ji wan pirsî: Gelo ti pêwendiya we li gel Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê heye? Gotin na! Tiştekî wisa çawa dibe?! Gelek dezgehên me yên ewlehiyê li Kurdistanê hene, lê Hêzên Pêşmerge li çeperan in û dê çawa agahiyan bi dest bixin heke pêwendiya wan nebe? Divê Dezgeha Zanyarî û Parastinê agahiyan bidin wan lê niha nîne. Nexwe ev kêmasiyek e û ez hêvîdar im di vê pêkhateya nû de em bikaribin van kêmasiyan dagirin.
Pêşkêşkar:: Doh du hevpeyvînên girîng hebûn, dema Kak Bafil axivî, got ji bo xatirê Kak Qubad ez hinek tiştan nabêjim, dema cenabê Serokê Herêma Kurdistanê axivî, got hefteya bê civîn tê kirin, cenabê te jî piştrast kiribû. Hemû rê vedigerin vir!
Qubad Talebanî: Bi rastî rewşa min bixwe gelekî baş e, spas!
Pêşkêşkar: Min ji axaftinên doh wisa fêm kir ku dibe yekşemê an duşemê civîna lûtkeyê di navbera PDK û YNKyê de bê kirin. Ji ber ku Kak Bafil daxwaza bêmoyê kiribû û dibe ku ji Kak Mesrûr wernagire, li gorî wê ronîkirina ku cenabê Kak Nêçîrvan da, dê civîn çawa be?
Qubad Talebanî: Divê bêmoyê cenabê Kak Mesûd pêşkêş bike! Derbarê civînê de, em di pêwendiyê de ne û civîn nesekinîne, çi fermî bin çi nefermî bin. Ev hemû hebûn û pêwendî nehatine qutkirin. Wekî ku Kak Bafil jî amaje pê kir, deriyê guftûgoyê nehatiye girtin. Eger şemiyê nebe dibe ku duşemê be, eger duşemê nebe dê çarşemê be lê civîn her dê çêbibe. Navnîşana civînê ew qas ne girîng e, ya girîng encama civînan e, têgihiştina ji dilgiraniyên hevdû ye, bawerîpêdana bi hevdû ye. Em gelek caran ew qas bi merasîm û protokolan mijûl dibin ku kakil winda dibe! Heta piraniya caran birêz piştî serdanekê raporan pêşkêş dikin û dibêjin: Em çûn û pêşwaziyeke germ li me hat kirin, xalîçeya sor ji bo me raxistin û 15 otomobîl bi me re hatin... Yanî nîv saetê ji dema xwe vediqetîne ji bo tiştekî ku ti pêwendiya xwe bi armanca sefera wî re nebûye! Em gelek caran bi rûkaran mijûl dibin ne bi naverokê.
Pêşkêşkar: Li gorî te çi dema civînê diyar dike?
Qubad Talebanî: Ya girîng ew e ku civîn dê çêbibe. Ne girîng e çi roj be, ya ku girîng e encama wê ye.
Pêşkêşkar: Ji gotinên Serokê YNKyê min wisa fêm kir ku nakokiyên sereke zêdetir li ser Nifşê Nû û pirsên ewlehiyê ne; çima?
Qubad Talebanî: Birêz, ez pirsekê ji te bikim? Te gazî min kiriye ku ez şiroveyê ji bo axaftinên Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê YNKyê ji te re bikim, an nêrîna min li ser hinek mijarên din wergirî? Ji ber ku eger wisa be, ez ne şirovekar im! Ew bixwe li vir bûn û we dikarî ji wan bipirsiya mebesta wan çi bûye.
Pêşkêşkar: Bila ez pirsê bi rengekî din bikim: Gelo pirsgirêka Nifşê Nû di navbera PDK û YNKyê de çareser bûye?
Qubad Talebanî: Ez nizanim, tu ji PDKyê bipirse, pêwendiya min bi ser pirsgirêka Nifşê Nû û PDKyê ve çi ye?! Here ji PDKyê bipirse, PDK li vir e, hemû serkirdayetiya PDKyê li vir bûn, te çima ji min pirsî?!
Pêşkêşkar: Gelo hûn bi israr in li ser wê yekê ku bi hevalbendiya li gel Nifşê Nû beşdar bibin?
Qubad Talebanî: Em bi israr in li ser wê yekê ku em pêbendî peymanên xwe bin. Di hemû civînan de me gotiye û niha jî em ducare dikin, em siyasetê bi derewan nakin. Em li gel kîjan alî li hev bikin, em dê pêbend bin pê ve. Em li hev civiyan ku dor a Tirkmenan e bibe parêzgar li Kerkûkê, em pêbend bûn; dilsozî û rastbêjî bi vî rengî çêdibe.
Pêşkêşkar: We li gel Kak Mesrûr civînek pêk anî, ma mimkin e tu qala naveroka civînê ji me re bikî?
Qubad Talebanî: Belê ez dikarim, civîneke me ya gelekî baş çêbû. Dema ez gihîştim baregeha wî, li ber deriyê baregehê pêşwazî li min kir, em di ser xalîçeya sor re ketin hundir, em her du bi tenê rûniştin, demeke dirêj bû ku me hevdû nedîtibû, me çayeke xweş û qehweyeke xweş vexwar. Me halê hevdû pirsî û me qala havînê kir ka çawa bû, me nanekî xweş xwar. Civîneke baş bû, me guftûgoyeke cidî kir. Ne civîna me ya yekem bû û ne jî dê ya dawî be.
Ne wî pirsgirêkeke kesane bi min re heye û ne jî min pirsgirêkeke kesane bi wî re heye. Dibe ku di hinek mijaran de lîktênegihîştin hebe lê vê carê tişta ku cihê kêfxweşiyê bû me qala awayê hikûmraniyê kir, ku di vê qonaxê de pêdiviya Kurdistanê bi çi rengê hikûmraniyê heye. Mijara sereke çi li Îraqê û çi li herêmê hikûmranî ye. Valahiya ewlehî û siyasî heye lê heke kêmasiyek hebe di hikûmraniyê de ye. Serkirde gelek in lê gelo birêvebir hene wekî ku pêwîst e?
Mezintirîn astengiya ku li pêşiya Îraqê ye aborî ye, aborî jî bi hêzê çareser nabe, bi siyaseta jîr û bi pergala hikûmraniyê û saziyên bihêz çêdibe. Em jî li Herêma Kurdistanê di nebûna destûrê de divê vekolînê bikin: Gelo ev pergala ku îro heye guncav e? Ez di wê baweriyê de me ku ne guncav e, divê em ji pêkhateya Encumena Wezîran dest pê bikin. Ez li vir zelal dikim: Ez ne cîgirê serokwezîr im, ez cîgirê serokê Encumena Wezîran im. Kak Mesrûr serokê Encumena Wezîran e, naxwe em encumenek in ku awayê xebatê û biryardana xwe ya taybet heye. Divê em li wezaretan binêrin; hemû wezîr hevpîşeyên min in lê gelo Wezareta Avedankirin û Niştecîhkirinê, erka wê ya sereke ya îro bûye rê û ban?
Berê piştî kîmyabarana Helebce û Qeladizê hikûmetê bixwe ava dikir lê niha sektora taybet ava dike û projeyên niştecîhkirinê dike. Erka hikûmetê ew e ku pergalekê deyne ka xaniyên kêmderamet û yên çîna navîn divê çawa bin, ne ku bi hûrgilî têkeve nav jiyana xelkê, ev pergal xelet e. Em qala federaliyê dikin ji Bexdayê ji bo Herêmê, lê ji bo navxweyê xwe em çawa desthilatan şor dikin ji bo parêzgehan, navçeyan, nahiyeyan û gundan?
Xelk li bendê ye bi lez miameleyên wan bên cîbicîkirin, lê belê birêvebirê nahiyeyekê divê miameleyekê bişîne ji bo qeymeqam, qeymeqam ji bo parêzgehê, parêzgeh ji bo birêvebirê giştî, ew jî ji bo cîgirê wezîr, cîgir ji bo wezîr, wezîr ji bo Serokatiya Dîwanê, Dîwan ji bo serokê hikûmetê an cîgir, li wir jî fîlterên nivîsîngehan hene... Heta ev kar dimeşe, pirsgirêk derdikeve an jî karesat diqewime! Şorkirina desthilatê tê wê wateyê ku birêvebirê nahiyeyekê li ser bingeha yasayê desthilata wî hebe û biryarê bide, ne ku li benda keyfa min be.
Pêşkêşkar: Li ser hikûmraniyê; niha pirsa sereke li Îraqê pirsa aboriyê ye. Daketina nirxê dînar li hemberî dolar dihêle ku li cihekî wekî Herêma Kurdistanê nirxê kel û pelan bi kêmî ve ji sedî 12 bilind bibe. Rêkarên hikûmetê çi ne da ku ev yek bandorê li jiyana xelkê neke?
Qubad Talebanî: Zehmet e ku hikûmet destwerdanê bike ji ber ku beriya her tiştî me bixwe di nav xwe de yekalî nekiriye ka felsefeya me ya aboriyê çi ye. Gelo baweriya me bi bazara azad heye? Eger baweriya me pê hebe divê em bihêlin bazar bixwe xwe safî bike. Eger baweriya me bi çepgiriyê hebe, divê em destwerdanê bikin û piştgiriyê bidin. Pênaseyeke me ji bo aboriyê li Îraq û Herêma Kurdistanê nîne; di hinek tiştan de em ji Amerîkayê jî sermayedar bêtir in, di hinek tiştan de em ji Sovyeta berê jî komunîsttir in!
Mijar ne dabeşkirina wezaretan e, belkî felsefeya me ya hikûmraniyê pêdivî bi pêdaçûnê heye. Pirsgirêka benzînê di bîra me de ye; nirxê benzînê bilind bû, hikûmetê biryar da û nehat cîbicîkirin, neçar ma ji biryara xwe vegere. Divê em guh bidin bazarê, nabe hikûmet biryarên yekalî û xweferzkirî bide û nêrîna xwe bi ser bazarê de bisepîne.
Pêşkêşkar: Du pirsên sereke yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsa budce û neftê bûn, her wiha serjimêrî. Gelo ew her du mijar çareser bûn bi wê yekê ku SOMO neftê difiroşe û di serjimêriyê de jî rêje wekî ji sedî 14,4 hatiye danîn?
Qubad Talebanî: Nexêr çareser nebûne. Rast e serjimêrî gelekî bi rêkûpêk hat cîbicîkirin û Wezareta Plansaziyê xebateke gelekî baş li gel hikûmeta federal kir lê niha şirove ji bo vê serjimêriyê hene. Hinek li Bexdayê dibêjin tenê ji sedî 12,67 an ji sedî 12,68 e. Ev xelet e, serjimêrî hatiye kirin û ji sedî 14,4 e û zêdetir e jî. Tişta ku Kurdistan îro pêdivî pê heye, ya yekem: pêwendiyeke destûrî bi Îraqê re hebe.
Ya duyem: bihêzkirina saziyên fermî di çarçoveya destûrekê de li navxweyê Herêma Kurdistanê. Ya sêyem: hevahengiyeke rast di navbera partiyên rikber ên Herêma Kurdistanê de li ser wan pirsên ku neteweyî ne. Eger hûn li bendê bin ku PDK û YNK bibin yek partî û pirsgirêka wan nemîne, nexêr ew nabe; em dê heta 100 salên din jî hevrikên hevdû bin lê çawa bi wan nakokiyan re bijîn û nakokiyên bîrû baweriyê li navxweyê xwe çareser bikin û pirsên neteweyî li Bexdayê çareser bikin? Ya girîng ew e.
Pêşkêşkar: Pirsa min a dawî li ser mijara PKK û partiyên Rojhilat û pêwendiya we ya bi Tirkiye û Îranê re ye. Rola we di pirsa çekdarên PKKyê de çi ye, bi taybetî du pirsên diyarkirî: Ya yekem mana fermandarên payebilind ên PKKyê ku yasa wan li xwe nagire, ya duyem valakirina Qendîlê?
Qubad Talebanî: Em piştgir in ji bo vê proseya hanê. Doh di asta herî bilind a Herêma Kurdistanê de, li Hewlêr û li Silêmaniyê we bihîst ka em çawa piştgir in ji bo proseya çekdanînê û proseya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKyê de. Ev tiştekî pêwîst e û her rolek ji me re were spartin em jê re amade ne, lê xweşbextane ew bixwe di navbera xwe de diaxivin, bila em lê xera nekin da ku bi serkeftî biçe pêş.
Sibe heke proseyeke hevaheng bi Kurdên Rojhilat re jî dest pê bike, em dê bi heman rengî rola xwe bilîzin. Îro Kurd beşek in ji çareseriyê li Sûriyeyê, Mezlûm Ebdî li vir e, li Îraqê em beşek in ji çareseriyê, li Rojhilat jî em dikarin bibin beşek ji çareseriya aştiyane. Ji ber wê taybetmendiya vê proseyê heye, dest pê dike, geş dibe, astengî li pêşiyê derdikevin, hêdî dibe û bilez dibe, em wekî hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevahengiyekê amade ne.
Pêşkêşkar: Pêwendiya YNKyê li gel desthilata berê ya Sûriyeyê gelekî baş bû, pêwendiya we niha li gel desthilata nû ya Sûriyeyê û rola we li Rojavayê Kurdistanê çi ye?
Qubad Talebanî: Em dilxweş in bi amadebûna birayê me yê delal û têkoşer Mezlûm Ebdî ku bixwe li vir e, wî bixwe serkêşiya vê dozê kiriye, bi hevalên xwe re di ber vê pirsê de canfedayî nîşan daye. Dema ku Mezlûm Ebdî li wê derê be, bizanin ku em bixwe li wê derê ne; heke pêwendiya wî bi desthilata Sûriyeyê re baş be dê pêwendiya me jî baş be, eger pêwendiya wî jî xirab be dê pêwendiya me jî bi desthilata Sûriyeyê re xirab be.

