Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser Ahmet Turk got, "Madem kesekî rêzdar bû we çima got terorîst e û li şûna wî qeyûm danî."
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu doh li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê di axaftineke xwe de behsa serdana Şandeya Îmraliyê ya ji bo Serokê MHPyê û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê kir ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm li cihê wî hatiye danîn jî tê de beşdar bû kir.
Îmamoglu amaje bi pêşwaziya Serokê Parlamentoyê û Serokê MHPyê ya li şandeya DEM Partiyê û Ahmet Turk da û got:
"Doh çi çêbû? Birêz Ahmet Turk ku dewleta me wî wekî terorîst ji kar dûr xistiye li gel Serokê Parlamentoyê civiya ku di rêza dûyemîn a protokola dewleta me de ye.
Piştre jî li gel serokê giştî yê şîrîkê hevpeymaniya wê partiya ku dewleta me bi rê ve dibe civiya.
Wate dewletê kesekî ku wekî terorîst dîtiye û ji ber vê yekê ji kar dûr xistiye di çarçoveya protokola dewletê de pêşwazî kir."
"Madem kesekî rêzdar bû we çima got terorîst"
Îmamoglu pêvajoya danîna qeyûm a li şûna Ahmet Turk jî bi bîr xist û got:
"Wate Ahmet Turk kesekî rêzdar û bi îtîbar e. Li gorî me jî ev yek wiha ye lê dema hûn dinêrin, hê berî mehekê hûn bi tîpên mezin li malpera wezaretê terorîst dinivîsin û dibêjin li şûna wî qeyûm hatiye danîn.
Madem kesekî rêzdar bû we çima got terorîst e û li şûna wî qeyûm danî?
Madem pêwendiya wî bi terorê heye hûn çima wî bi protokola dewletê pêşwaziyê dikin?
Belê ew rûreşiya ku doh çêbûye heman rûreşî ye ku li Esenyurtê çêbûye. Heman rewş e ku bi serê mamosteyê me Ahmet Ozer (Serokê Şaredariya Esenyurtê) hatiye."
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê 2yê Kanûna Pêşîna 2025an bi beşdarbûna Siyasetmedarê Kurd û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn, li Parlamentoya Tirkiyeyê çûn serdana Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse