Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê bi hevkariya Weqfa Ovaniayê û Konsulxaneya Koreya Başûr cara yekem “Olîmpiyata Hişê Çêkirî” tê lidarxistin.
Tora Medyayî ya Rûdawê sponsorê medyayê yê vê çalakiyê ye.
Ev çalakiya ku dê ciwanan bi teknolojiyê re bîne cem hev, vê mehê dest pê dike.
Serlêdan li ser malperê tên kirin
Damezirînerê Weqfa Ovaniayê Yahya Çalî bû mêhvanê Bultena Aboriyê ya Rûdaw TVyê ku ji aliyê Baxtiyar Ebdulazîz ve tê pêşkêşkirin.
Yahya Çalî da zanîn ku ciwanên dildarên teknolojiyê dikarin bi rêya malpera fermî ya Olîmpiyata Hişê Çêkirî dest bi serlêdanên xwe bikin.
Hemû ciwanên Kurdistanî yên ku temenê wan ji 18 salî mezintir e, li kû derê dijîn bila bijîn dikarin serî li vê bernameyê bidin.
Dê li 4 bajaran tîm werin avakirin
Yahya Çalî destnîşan kir ku dê ji nav serlêdanan nêzîkî 100 kes werin hilbijartin û ew dê li tîmên sêkesî werin dabeşkirin.
Cihê xebatê yê tîman dê li gorî bajarên beşdaran, ango li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kerkûkê were sazkirin.
Xelata 10 hezar dolarî û geşta Koreya Başûr
Yahya Çalî bal kişand ser wê yekê ku hevkarê sereke yê çalakiyê Konsulxaneya Koreya Başûr e.
Wî eşkere kir ku ew armanc dikin ji nav serkeftiyan 3 heta 9 kesan bişînin Koreya Başûr.
Ciwanên serkeftî dê di vê geşta ku nêzîkî hefteyekê didome de, tecrube û bipêşketinên Koreya Başûr ên di warê hişê çêkirî de ji nêz ve bibînin.
Derfetên ku dê bidin şampiyonên olîmpiyatê tenê bi van sînordar namînin.
Endamên tîma yekem dê him bibin xwediyê xelata mezin a 10 hezar dolarî him jî dê ji bo paşeroja kariyera wan derfetên nû yên kar ji wan re werin dabînkirin.


