Hewlêr (Rûdaw) - Li derdora Bendava Tişrînê di şerê navbera şervanên HSDyê û komên çekdar ên nêzî Tirkiyeyê de 72 çekdar hatin Kuştin û bi dehan çekdar jî birîndar bûn.
Her wiha 11 şervanên HSDyê jî di wan şer û pevçûnan de birîndar bûne.
Li derdora Bendava Tişrînê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê de şer û pevçûnên giran derdikevin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya HSDyê li ser şer û pevçûnên dawî daxuyaniyek belav kir.
72 çekdar hatin kuştin
Di daxuyaniyê de hat ragihandin di êrişên li Minbic û derdora Bendava Tişrînê 72 çekdar hatine kuştin û bi dehan çekdar jî birîndar bûne.
Her wiha Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku termên 16 çekdaran ketine destê wan û otomobîlek jî hat îmhakirin û gelek çek û cebilxane jî bi dest xistine.
Li gorî daxuyaniyê, hejmara wesayîtên leşkerî yên zirxî ku ji aliyê hêzên wan ve hatine îmhakirin gihîştiye 7 wesayîtan ku di nav de tank û 2 wesayîtên ku doçka li ser wan hatine danîn jî hene.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin, komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê bi beşdariya endamên koma "Hurras el-Din" ên ji Ozbekistan, Turkistan û Çeçenistanê û piştgiriya 5 dronên Tirkiyeyê êrişeke tund biriye ser gundên Etşane, Seidîn, Xirbet Tuwenî, Mehşiye Şêx Ubeyd El-Mistefa, Xirbet Zimale, Mistaha, Tila Sîrîtel û gundê Eluş başûr û rojhilatê bajarê Minbicê û derdora Bendava Tişrînê.
Li gorî daxuyaniyê di encama berxwedana şervanên wan de êriş hatine têkbirin û bi dehan çekdar hatine kuştin.
11 şervanan cane xwe ji dest da
Li aliyê din, Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku di êriş, şer û pevçûnan de 11 şervanên wan cane xwe ji dest daye.
Daxuyaniya Tirkiyeyê
Her wiha Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku li Minbicê 5 endamêm YPGyê canê xwe ji dest daye.
Piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 25ê Çiriya Paşîn a 2024an dest bi operasyona li dijî artêşa Sûriyeyê kir, çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê operasyonek bi navê “Fecrul Huriye” ragihand û êrişên xwe yên li ser HSDyê zêde kirin.
Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya nêzîkî Tirkiyeyê Şehba û Minbic kontrol kirin û niha dixwazin Bendava Tişrînê jî kontrol bikin lê şervanên HSDyê nahêlin.
Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobaniyê de ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Bendava Tişrînê elektrîka Kobanî, Minbic û gundên derdorê dabîn dike û 100 megawat elektrîk berhem tîne lê berê kapasîteya wê ya giştî 600 megawat e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse