Keçên fermandarê navdar ê Pêşmergeyan piştî 45 salan hatin dîtin

04-01-2024
Huner Reşîd
Keçên fermandarê navdar piştî 45 salan hatin dîtin
Keçên fermandarê navdar piştî 45 salan hatin dîtin
Nîşan Xalid Koçer Beas Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keçên fermandarê Pêşmergeyan Xalid Koçer ên bi navê Zeyneb û Heyame, piştî 45 salan li Almanyayê hatin dîtin.

Her du xwişk vegeriyan mala bavê xwe ya li Dihokê.

Fermandar Xalid Koçber berî 4 salan şehît bûbû, ji ber vê yekê ji bo xwişkan hem bû şahî û hem jî bû roja şîn ê.

Her du xwişkên ku mezelê bavê xwe dîtin gotin, “Me her tim dixwest ku wî bibînin. Em mezin bûn û me nedît.”

Rejîma Beasê hevjîn û her du keçên wê revandin

Fermandarê Pêşmergeyan ê navdar Xalid Koçer, di Şoreşa Gulanê de li herêma Behdînanê roleke gelekî girîng lîst.

Rejîma Beasê sala 1980ê ji bo “tolhildanê” hevjîn û her du keçên biçûk ên Fermandar Xalid Koçer revandin.

Ji wê rojê ve ti xeber ji dê û her du keçan nehatin wergirtin.

Dê û her du keçên wê yên bi navê Zeyneb û Heyame, piştî demekê rêyekê dibînin û direvin Rojavayê Kurdistanê. Ew li wir li cem malbateke Kurd dimînin.

Keça mezin Zeyneb sala 1999an û Heyame jî sala 2011ê zewicîn û çûn Almanyayê.

Her du keçan her tim li bavê xwe û malbata xwe ya rast digeriyan.

Di dawiyê de her du xwişk rastî bernameya dîtina windayan a li Kurdistanê tên û bi testa DNAyê xwişk û birayên xwe dibînin.

Her du xwişk piştî 45 salan hatin Sêmêlê.

Xwişkan bi çavên girî, ap û birayên xwe hembêz kirin.

“Em mezin bûn û me bavê xwe nedît”

Ji xwişkan Zeyneb Xalid Koçerê got:

“Tiştên ku dayika me ji me re digotin, ji bo dîtina malbatê ji me re bûn alîkar.

Wê her tim dixwest ku em malbata xwe bibînin.

Em li malbatê digeriyan. Herî dawî me bi testa DNAyê malbata xwe ya rast dît.”

Dayika Zeyneb û Heyameyê dijî û li Rojavayê Kurdistanê dimîne.

Xwişka biçûk Heyame Xalid Koçerê jî got:

“Di zarokatiyê de her tişt ji me re zehmet bû. Bavê me nebû lê dayika min her tim baş behsa wî dikir.

Me her tim dixwest ku wî bibînin. Em mezin bûn û me nedît.”

Mezinê malbata Koçeran Omer Seyfettîn jî got:

“Em gelekî li wan geriyan. Ji bo nîşaneyeke herî biçûk jî me gelekî hewl da.

Gelek kesan vê lêgerîna me ji bo bidestxistina pereyan bi kar anî lê me dev jê berneda.

Hewldanên me piştî 40 salan bi encam bûn.”

Zeyneb û Heyame bi salan bi hesreta bavê xwe jiyan lê dema vegeriyan bavê xwe nedîtin.

Xalid Koçer berî 4 salan, sala 2019an koça dawî kir.

Her du xwişk çûn ser gora bavê xwe û axa wî hembêz kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst