Mazlûm Ebdî bi Encûmena Rûspiyan re civiya

03-12-2023
RÛDAW
Mazlûm Ebdî bi Encûmena Rûspiyan re civiya / Wêne: Medyaya civakî
Mazlûm Ebdî bi Encûmena Rûspiyan re civiya / Wêne: Medyaya civakî
Nîşan Mazlûm Ebdî HSD Encûmena Rûspiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi şandeyeke Encûmena Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya.

Di civînê de Hevserokê Partiya Yekîrtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî amade bû.

Mazlûm Ebdî û rûsipiyên beşdar pêşhatên siyasî û leşkerî li navçeyê gotûbêj kirin.

Herwiha di wê civînê de êrişên hêzên Tirkiyeyê li navçeyên Rêveberiya Xweser, bandora şerê Xezeyê hat gotûbêjkirin.

Di heman demê de Mazlûm Ebdî û şandeya Encûmena Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevr e behsa rewşa îdarî û xizmetguarî ya navçeyê kirin.

Wan bi taybetî jî zererên ku gihiştine jêrxaneya herêmê û wêstgehên av, elektrîk û bîrên petrolê nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst