Li Êlihê parezek kuştî hat dîtin

03-07-2024
RÛDAW
Nîşan Faruk Ozkan Êlih Parêzer Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê li ser rê cenazeyê parezerekî hat dîtin ku bi çekê hatiye kuştin.

Li gorî zanyariyan, cenazeyê parezerê bi navê Faruk Ozkanê 42 salî li ser rêya sereke ya Êlih-Hezoyê li nêzîkî gundê Kêrikê hatiye dîtin.

Hat ragihandin Faruk Ozkan ku bi çekê hatiye kuştin.

Tîmên tenduristiyê termê parezerê navborî ji bo karûbarên otopsiyê bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses ragihandiye ku  Faruk Ozkan endamê berê yê Baroya Edenê ye.

Hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst