Li gundekî Êlihê 200 sera di bin ava bendavê de man

03-07-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Zevî, sera û hemû berhemên çandaniyê yên gundiyan di bin ava Bendava Ilisuyê de man
Zevî, sera û hemû berhemên çandaniyê yên gundiyan di bin ava Bendava Ilisuyê de man
Nîşan Sêgirka Êlih Bendava Ilisu Girêsîra
A+ A-

Êlih (Rûdaw) - Li gundê Sêgirka yê li ser bajarê Êlihê ji ber bilindbûna ava Bendava Germavê ango Ilisuyê 200 serayên sebzeyan di binê avê de man. Herî kêm 4 ton xiyar, firingî, îsot û berhemên din ên çandiniyê di serayan de riziyan. Gundî dixwazin dewlet zirarên wan qerebû bike.

Gundê Sêgirka yê li ser bajaroka Girêsîra yê Bajarê Êlihê ev çend roj in bi zirareke mezin re rû bi rû maye. Lewre ava bendava Germavê ango Ilisuyê ji ber ku zêde bûye, zevî, sera û hemû berhemên çandaniyê yên gundiyan di bin avê de mane. Gundiyan nekarî yek lîreyekî jî qezenç bikin. Berevajî wê bi trîlyonan pere zirar kirine.

Yek ji van gundiyên ku zirar kiriye jî Îshan Sonmaz e. Wî îsal 4 jê sera 30 donum erd firingî, xiyar, îsot û balîcanan daniye. Lê avê daye ser serayên wî û hemû sebzeyên wî di nava avê de hişk bûye.

Îshan Sonmaz, gundiyê zirarmend, dibêje, “Ev îsal çar pênc sal in me sera çêkirin. Ji xwîna xwe, ji xwêdana xwe pereyên ku me dane hev me hemû xistin serayan. Serê donuma serayê me bi 30-40 hezar lîreyî pere xistê. Hemû ketin binê avê. Em mexdûr in.”

Gundiyên Sêgirka bi qasî 100 sal in li ser erdê xwe çandiniya sebze dikin. Ji ber ku gundê wan li ber çemê Dîcleyê ye, ava bendavê bandoreke xirab li wan kiriye.

Îslam Us, gundiyê zirarmend, diyar dike, “Divê dewlet bê vê derê û dest bavêje vê derê. Eger ku zirarê me qerebû dike bila zû bide ku em bikaribin deyn û krediyên xwe bidin. Heke na em di rewşeke gelek xirab de dimînin.

Weysî Yildirim, gundiyê zirarmend, dibêje, “Erdê me, serayên me yên gundiyan bi temamî di binê avê de man. Ku ji me re bigotana dê av were me îsal erd nedatanî, me zirarê xwe nedikir. Me deyn nedikirin.

Lokman Madakol, gundiyê zirarmend, dibêje, “Me malê xwe, xwîna xwe û canê xwe tev xistiye erd. Serayên me li vir li ber çavan in hemû di binê avê de ne. Em bê çare ne. Me tenê destê xwe niha ji xwedê re vekiriye.”

Gundiyên li Sêgirka ji wan gundên ku ji ber bendava Germavê zirar dîtine tenê yek e. Heta niha ji Kerborana Mêrdînê heta Bismila Amedê 199 gund bi temamî di binê avê de mane û ev gund hemû vala bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst