Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî ragihand ku pêvajoya tevlîkirina saziyên leşkerî, îdarî û xizmetguzariyê ya Rêveberiya Xweser a nav saziyên hikûmeta Sûriyeyê bi dawî bûye û qonaxeke nû dest pê kiriye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi cil û bergên Kurdî tevlî şahiya 100 saliya damezirandina bajarê Qamişloyê ya li Parka Azadiyê bû.
Mezlûm Ebdî di şahiyê de axivî û diyar kir ku li gorî peymana destpêka îsal, pêkhateyên leşkerî yên HSDyê yên ku "bi xwîna şehîdan hatine avakirin" li gel dezgehên îdarî û xizmetguzariyê tevlî saziyên niştimanî yên dewleta Sûriyeyê dibin lê dê nasnameya xwe ya taybet biparêzin.
Mezlûm Ebdî ji xelkê re got:
"Pêvajoya tevlîkirina saziyên me yên leşkerî, xizmetguzarî û îdarî ya nav saziyên niştimanî yên dewletê bi dawî bû.
Ji niha û pê ve pêvajoyeke nû dest pê dike."
Ebdî amaje pê kir ku li wan herêmên ku berê di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bûn, saziyên nû bi navê dewleta Sûriyeyê tên avakirin.
Wî her wiha xwest ku xelk xwedî li van saziyan derkeve çimkî ew "destkeftiyên şoreşê û qurbanîdana gel in."
Vekişîna hêzên parçeyên din
Mezlûm Ebdî di axaftina xwe de bal kişand ser vekişîna hêzên ku ji parçeyên din ên Kurdistanê ji bo alîkariyê çûbûn.
Ebdî got ku ew hêz li ser daxwaza HSDyê û li gorî peymanê vedigerin û anî zimên, "Em dikarin bibêjin ku îro li herêma me pêvajoyeke nû dest pê dike."
Fermandarê HSDyê tekez kir ku ew dê ji bo misogerkirina mafên gelê Kurd di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de bi rêyên siyasî têkoşîna xwe bidomînin û vê têkoşînê xurttir bikin.
Ebdî behsa pêkhateyên Qamişloyê kir û got:
"Kurd, Ereb, Siryan, Asûr û Ermen zêdetirî 100 salî ye li herêma Cizîrê bi hev re dijîn."
Mezlûm Ebdî “siyaseta şovenîst a rejîma Beasê” rexne kir ku dixwest demografiya herêmê biguhere û ziman û nasnameyan qedexe bike.
Ebdî hêvî kir ku Sûriyeya nû van siyasetan red bike û rê bide ku zarok bi zimanê xwe bixwînin û hemû pêkhate bi azadî bijîn.
Ebdî her wiha pesnê rola HSDyê ya di 15 salên borî de da ku herêm ji êrişan parastiye û wî spasiya wan şervanan kir ku ji hemû parçeyên Kurdistanê çûbûn û gelek ji wan şehîd ketibûn.
Mezlûm Ebdî di dawiyê de xwest ku Qamişlo di nav Sûriyeyeke aştîxwaz û aram de bibe navenda çand, siyaset û bipêşketinê.

.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)