Li Xarpêtê pevçûna bi kêran: Kuştî û birîndar hene

03-04-2024
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Pevçûn Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Xarpêtê di navbera du koman de bi kêr û çekan pevçûn derket û kesek hat kuştin, 2 kes birîndar bûn.

Li Kolana Kazim Karabekîrê ya Taxa Rustempaşayê, di navbera du koman de  ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Her ku çû nîqaş mezin bû û paşê ew nîqaş veguherî pevçûna ku bi kêr û çekan.

Di bûyerê de yek 3 kes birîndar bûn û rewşa yekî dijwar bû.

Li ser agahîdayîna kesên li derdorê, tîmên tendurîstiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê.

Yek ji birîndaran tevî midaxeleyan jî mir.

Ekîbên polîsan derbarê bûyerê de 3 gumanbar desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst