YSKyê îtiraza DEM Partiyê qebûl kir: Abdullah Zeydan dê mazbatayê bistîne

03-04-2024
RÛDAW
Nîşan YSK DEM Partî Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) îtiraza DEM Partiyê qebûl kir û biryar da ku Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin û mazbata bi berbijêrê AKPyê yê Şaredariya Wanê hat dayîn li bajarê Wanê û li seranserê Bakurê Kurdistanê gelek çalakî û xwepêşandan hatin kirin.

Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) piştî nerazîbûna xelkê û partiyên siyasî biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê betal kir.

YSKyê biryar da ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varliyê derbarê vegerandina mazbataya Abdullah Zeydan de ji Rûdawê re axivî û got:

“Xelkê Wanê, îradeya Wanê bi ser ket. YSK neçar bû ji biryara xwe vegere. Ev serkeftina gelê Wanê ye. Em dê heta dawiyê li îradeya xelkê Wanê xwedî derkevin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyanî da.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser biryara YSKyê got:

“Bijî gelê me, bijî têkoşîna Wanê.

Tişta ku diviya bibe, bû û îradeya gelê Wanê bi ser ket.

Li ser xêrê be.”

Daxuyaniya DEM Partiyê

Têkildarî biryarê DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got:

“Di encama berxwedana gelê Kurd, dostên me û raya giştî ya demokratîk de biryar hat dayîn ku mazbata li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan were vegerand.

Her Bijî Berxwedana Gelê Kurd!”

Herwiha Leyla Zanayê jî li ser hesabê xwe yê Xê anî ziman, “Wan taca serê Kurdistanê ye. Her bijî.”

Çi bûbû?

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Abdullah Zeydan dema ku parlamenterê HDPyê bû, sala 2016an hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdetirî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdanû  piştî ku ji girtîgehê derketibû bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber namzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Derket holê ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kiriye û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kiriye.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst