Termê 4 penaberên Rojava ji bo Herema Kurdistanê hatin vegerandin

03-04-2021
Senger Zirarî
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Herema Kurdistanê Rojava Kurwatiya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termê 4 penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Kirwatiyayê di bûyereke trafîkê jiyana xwe ji dest dabûn, derengî şeva derbasbûyî gihişt balafirxaneya navdeweltî ya Hewlêrê.

Termê her 4 penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Kirwatiyayê di bûyereke trafîkê jiyana xwe ji dest dabûn, derengê şeva derbasbûyî bo Herema Kurdistanê hatin vegerendin.

Cenazeyê kesê bi navê Adil Reid  her dûh derengiya şeva debasbûyî li Hewlêrê hat veşartin. Îro demijmêr 8 sibeha cenzaeyê Kesê bi navê Mihemed Omer li Silêmaniyê tê veşartin.

Wê cenazeyên kesên bi navê Îbrahîm Sexîr, Mihemed Erfo bi rêya deriyê Pêşabûrê - Sêmalka vegerin Rojavayê Kurdistanê û wê li Dirbêsiyê û Dêrîkê werin veşartin, 

Piştî bûyera Trafîkê ya kamyonekê li Kirwatiyayê, 4 penberên ji Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 20 penaberan jî birîndar bibûn.

Piştî banga alîkariyê ya malbatên wan penaberan, bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, ku cenazeyên wan li ser erkê xwe ji bo Başûr û Rojavayê Kurdistanê vegerîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst