Karsazekî Kurd ê ji Mêrdînê bi koronayê jiyana xwe ji dest da

03-04-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Mêrdîn Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li qezaya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, karsazê Kurd ê bi navê Cahit Çetîn bi sedema tûşbûna bi koronayê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyan, Cahit Çetîn ê 68 salî beriya 10 rojan bi COVID-19 ketibû û li nexweşxaneyê hatibû razandin.

Hevjîna wî Verdî Çetîn a 60 salî jî ku ew jî bi koronayê ketiye, li nexweşxaneya Qoserê di bin çavdêriya hûr a pizîşkan de ye û dermankirina wê berdewam e.

Li gor zanyariyan, Cahit Çetîn bavê 16 zarokan bûye.

Herwiha her 16 zarokên wan jî li malê di kerentîneyê de ne.

Li gor amarên ku Wezareta Tendirustiya Tirkiyê duh belav kirine, li bajarên Bakurê Kurdistanê 605 kes bi vîrusa COVID-19 ketine.

Ti amareke zelal û fermî derbarê rêje û hejmara qurbaniyên bi sedema koronayê li bajarên Bakurê Kurdistanê de nînin.

Li gor amarên wezaretê li ti bajarekî Bakurê Kurdistanê zêdeyî 3 qurbaniyan çênebûye, lê amarên odeyên bijîşkan berevajoyê wê nîşan didin.

Odeya Bijîşkan a Amedê pêr 1ê Nîsanê ragihandibû ku heta 30 Adara 2020an li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê 150 kes bi vîrusa koronayê ketine û 5 kesan jî ji ber heman vîrusê canê xwe ji dest dane.

Li navçeya Muksê ya Wanê jî, kesekî 70 salî bi navê Hecî Gurî Samî bi gumana vîrusa Koronayê bo nexweşxaneyê hatibû rakirin, pêr canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst